Diyarname
Li Tirkiyeyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) roja referandûmê û agahiyên din ên pêre bi awayekî fermî eşkere kir. Li gor YSK'ê roja 16'ê avrêlê dê dengdayîn çêbibe.
Vane agahiyên YSK'ê:
- Referandûm roja 16'ê avrêla 2017'an e.
- Du heb kaxizên cuda ji bo dengdayînê hatine çêkirin. Ji bo yên "Erê" kaxizê spî ku li ser "Erê" nivisiye, ji bo "Na" kaxizê rengê qehweyî ku li ser "Na" nivîsiye hatiye amadekirin. Hilbijêr kîjanê bixwazin dê mora xwe li wê kaxizê bidin.
- Li nav Tirkiyeyê 55 mîlyon û 336 hezar û 960 hilbijêr hene. Li devreyî Tirkiyeyê 2 mîlyon û 929 hezar û 389 hilbijêr hene.
HEJMARA SINDOQAN
- Li nav Tirkiyeyê 164 hezar heb sindoq dê bêne dayîn. Li derveyî Tirkiyeyê li 57 welatan, li 119 nûneriyan û li 32 deriyên gumrikê dê dengdayîn çêbibe. Yên li devreyî Tirkiyeyê qeydkirîne ku derê nêzî wan de dê herin dengê xwe li wir bidin.
- Li derveyê Tirkiyeyê di navbera 27'ê adarê-9'ê avrêlê de li nûneriyan dê dengdayîn çêbibin. Yên li deriyên gumrikê deng bidin jî di navbera 27'ê daarê û 16'e avrêlê de dê dengên xwe bidin.
LÎSTEYA HILBIJÊRAN
- Lîsteyên hilbijêran roja 18'ê reşemiyê li moxtariyan têne daliqandin û heta 26'ê mehê daliqandî dimînin. Hilbijêr dikarin lê binêrin, di lîsteyê de şaşî, zêde yan kêm hebin dikarin îtîrazê bikin.
- Li sindoqan dê endamên 10 partiyan hebin ku YSK'ê navê ev partiyên ku dê endam bidin jî YSK'ê wisa eşekere kirin: AKP, ANAP, BTP, BBP, CHP, HDP, Huda-Par, MHP, SP, VP.