Cemil Oguz
Piştî ku hikumeta dewleta Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kayyumê peymana şanoger û sînemagerên di bin banê şaredarî de kar dikirin betal kir. Bi vê yekê re baskê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin şikand. Niha ev şanoger hatin cem hev û "Şanoya Bajêr a Amedê" ava kirin. Şano 11'ê mehê yekem lîstika xwe dê pêşkêş bike.
Şano karek dijwar e, jêre ked divê, dem divê, aborî divê. Li dinyayê piranî dewlet, şaredarî yan jî saziyên sivîl li pişta şanoû şanogeran in lê li Tirkiyeyê dewlet yan pêşî lê digire, yan jî şikil dide vê yekê. Li Amedê jî wisa bû. Şanogerên di bin banê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin de karê şanoyê digirin, gelek lîstikên serketî derxistibûn ser dikê jî kayyumê ew ji kar avêtin û derî li wan girt. Niha wan şanogeran peyvan "Şanoya Bajêr" jê derxist û bi awayê "Şanoya Bajêr a Amedê" perde vedikin.
Li ser meseleyê me bi yek ji şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar re xeber da. Li gor agahiyên ku Emektar dan me wan cih kirê kiriye, niha dest bi sazkirina hindurê şanoyê kirine û hefteya pêşiya me, 11'ê mehê dê lîstika xwe pêşkêş bikin.
Niha di nav Şanoya Bajêr a Amedê de 15 şanoger hene. Ji saz kirina nav avahiyê, heta xebata li ser tekstan, heta dekor û tiştên din ku lazin im, ji her awayî ve ew ketine nava tevgerê û dikin ku li Amedê şanoyê careke din zindî bikin. Lewma Berfîn Emektar wisa dibêje, "Me bi wan dest bi şanoyê nekir, emê bi wan jî dawî li şanoyê neynin. Cihê me hema hema amade ye. Wekî berê emê her roja înê û roja yekşemê li benda temaşevanên xwe bin. Van her du rojan lîstikên ji bo mezinan û roja yekşemê jî bi lîstikên ji bo zarokan emê dîsa li pêşberî temaşevanên xwe bin. Em li benda temaşevanên xwe ne, em li benda xwedîlêderketinê ne."
Li gor gotina Berfîn Emertar 11'ê mehê lîstika "Dawiya dawî" ya Kemal Gokhan Gurses dê derxin ser dikê ku ev lîstik yekem car tê lîstin. Her wiha amadehiyên wan ên ji bo lîstikên din ên nû jî hene. Yek ji van jî lîstika Dairo Fo "Nayê dayîn, em nadin" e ku niha li ser dixebitin, heta mehek din dê wê jî derxin ser dikê.
Wan cih li Galerîa kirê kiriye ku berê DSM'ê li wê derê bû. Di salonê de cihê 82 kesî heye; dîsa ligel şanoyê cihê galerî jî têde heye.
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.