Diyarname
Li dû hev du saziyên navneteweyî notên li ser krediya Tirkiyeyê eşkere kirin ku vê yekê rewşa Tirkiyeyê ber bi jêr ve kişand.
S&P not daxin asta negatîfê
Saziya diyarkirina nota krediyê Standard&Poor’s (S&P) nota Tirkiyeyê ji rawestî daxist negatîfê. Saziyê polîtîkaya pereyan ku TCMB (Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê) bi rê ve dibe têr nedît. Li gor S&P diyar kir ku pêdiviya fînansê ya derve ya Tirkiyeyê di sala 2017'an de wê li dor 35 mîlyon dolarî be.
Duh bi roj S&P not eşkere kiribû, saziya din ku di heman warî de kar dike a bi navê "Fitch" êvarê nota xwe eşkere kir û nota Tirkiyeyê pîleyek din daxist; daxist asta bin cihên ku sazî dikarin razemeniyê lê bikin. Yanê ji bo razemeniyê cihê xeter.
Fitchê nota Tirkiyeyê ku "BBB-" bû daxist asta "BB+" Rewşa dixuye jî daxist "asta rawestînê".
Ligel Fithc saziyên wekî Moody's Investors Service û S&P Global Ratings jî nota xirab da Tirkiyeyê.
Fitchê di sala 2012'yan de nota Tirkiyeyê bilind kiribû û wekî cihê dikare razemenî lê bê kirin nîşan dabû, niha ji vir daxist.