Diyarname
Li ser cîhana mêran kîteyên balkêş derketin holê. Yek jê jî nêrîna mêran a li jinan e. Vane ew kîte:
Li Îngilistanê lêkolîneke balkêş hate kirin. Li gor lêkolînê mêr di hemû temenê xwe de bi qasî salekê xwe bi awirvedana li jinan derbas dikin.
Li kuçe, li dikan, li cihê kar û li gelek cihên din her çavên mêran li ser jinan in; bi çavên xwe wan dipîvin, mist didin, maç dikin û gelek tiştên din difikirin di wê nêrînê de.
Lêkolîn li bar, klûbê şevê û supermarketan pêk hat û bi 3 hezar kesî re li ser vê anketê hevdîtin pêk hat.
Û li gor lêkolînê ev encam derketin holê:
- Mêr di rojekê de 43 deqîqeyên xwe bi nêrîna li 10 jinên cihê cihê derbas dikin. Dema vê yekê kom dikin bi giştî 259 saet dertê holê ku ev beramberî 11 rojan tê. Û di dawiyê de dema kêliyên di navbera temenê 18 û 50'yî didin ser hev ev encam dertê: Mêr bi giştî 11 meh û 12 rojan awiran bi ser jinan de dibarînin.
- Her wiha anket diyar dike ku ne tenê mêr, jin jî li mêran dinêrin û ew di rojekê de 20 deqîqeyê xwe bi vê lênêrînê derbas dikin.
Li gor vê encamê, jin jî di temamê temenê xwe de 6 mehên xwe bi lênêrîna li mêran derbas dikin.
Mêr herî zêde li van 5 cihan hez dikin ku li jinan binêrin:
Supermanket, bar, kluba şevê, kargeh, cihê dan û standinê/dikan
Jin herî zêde li van 5 cihan hez dikin ku li mêran binêrin:
Bar, dikan/cihê dan û standinê, li nav wesaîtan, li supermarketan û li cihê kar
Ji Navenda Kodak Lens Visionê Mark Ireland li ser vê yekê wiha dibêje: "Mêr ji awirbarîna bi ser jinan de hez dikin. Saleke xwe bi vê awirbarînê derbas dikin. Aliyê balkêş ew e ku mêr ji bo bandorê li jinê bikin karê destê xwe ber didin."