logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Bi Mûnzûr re çi herikî?

Yekemcar bû ez dihatim vî bajarê wekî geliyê Mûnzûr keserkûr. Sibehê roj ji nav çiyayên ku xwe li kuçe û kolanan rapêçan

  • Dîrok: 04/08/2009
  • Beş: Serbest

(Dîmenên Nivîskî ji Festîvala 9’an a Mûnzûrê)

Edîb POLAT

Yekemcar bû ez dihatim vî bajarê wekî geliyê Mûnzûr keserkûr. Sibehê roj ji nav çiyayên ku xwe li kuçe û kolanan rapêçane hiltê, êvarê pêlên Çemê Mûnzûrê dide ber agir. Piştî tarî dikeve ser erdê, ronahiyên bajêr vediguherin stêrkan û ezmanê Dêrsimê tijî hesare (gerstêrk) dibin. Lûtkeya çiyayan ji bilî ronahiyên efsûnî bi kêrî çi tên? Geliyekî ku bi hezar salan çeng bi çeng ax û xîçik bi xîçik sîlekan bi çemekî hêrsok re berda be, divê efsaneyek xwe hebe. Ha ji we re çîroka vejîna çemê Mûnzûr:
Axayek hebûye li vî welatî, wê salê biryar dide û diçe Hecê. Di vegerê de der û cîran, gundî û xizan tên serlêdana wî. Lê wî beriya wê gavê kerametên navmaliyên xwe ditine, lewma ji mêvanan re dibêje yê ku hûn divê destê wî maç bikin ne ez im, ev xulamê min Mûnzûr e. Ew gav di destê xulamê bi navê Mûnzûr de tasek şîr hebûye. Gava ew dibîne ku girseya mêvanên axê ber bi wî ve tên, ji nişke ve baz dide. Wê kêliyê tasa şîr ji destê wî dikeve û belawela dirije. Li cihê ku peşkên şîr dikevin, aveke sipî dipijiqe. Çiyayek, geliyek û çemek navê xwe ji navê wî xulamî digrin. Aveke boş û cemidî, çemekî hêçhêçe, geliyek kûr, çiyayek poztûj di nava salan de ji xwe re mal bi mal ewil bajarokek û piştre jî Dêrsimek afirandine. Navê Dêrsim ji “Dêr”ê û ji “Sîm”ê tê. Hûn dê bêjin çima dêr, ji ber ku berê li wê herêmê ermen gelek bûne. (Niha jî hene, lê hindik in. Grûba ermenan ya muzîkê di nav programa festîvalê de, li Kemerbelê konserek bicoş pêşkêşî me kir.)

Îcar em werin ser raçaviyên xwe yên Festîvala 9’emîn a Mûnzûrê.
Li Amedê dostekî hêja got, “Em dê îsal we vexwendî Festîvala Mûnzûr bikin.” Min ev gotin wekî henek nirxand heta ku programa festîvalê hat weşandin. Di programê de wan ez di nav helbestvanan de nîşan dabûm. Heta ku min got ez ne bi helbestan, lê bi çîrokên xwe têm nasîn, dereng ketim û program teqez bû.
Roja 31’e Tîrmehê saet di 10:30’yan de, divê ez li wir bûma. Dêrsimî hemû birayên amediyan in, kî dikare wan bişkîne? Roja pêncşemê me rahişt çanteyê xwe, di ser Xarpêtê re em esira dereng gihîştin qeraxa Mûnzûr. Tarî ye, dengê xuşîna aveke lezgîn tê û li ser serê me stêrk diçirisin, lembeyên ser serê gelî li nav lampeyên Xwedê dikevin û bi heyvê re dibin heval. Şev e, em xweşikiya xwezayê nabînin, lê tenê baxçeyên di berpalên gelî de ku li honkahiya wê avê dimijin, hemî westandina me difirînin. (Mûnzûr ew çend dorhêla xwe hênik dike ku, hemî darên hewran ên li qeraxê ber bi xwe ve tewandiye.) Em ewil diçin cem Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn û bo amadekirina programek ew çend zengîn wê pîroz dikin. Edîbe Xanim ji mêj ve ye di nava tekoşînê de ye û ew bi xwe jî dêrsimî ye. Bi sê cihan program çêkiribûn; programa navendî, ya Kişlayê û ya navçeyan. Kişla cihekî dîrokî ye, ew berê cihê biryargeh û baregaha leşkeran bûye. Li gor rivayetê biryara îdama Seyîd Riza û hevalên wî ji wir derketiye. Niha vala ye, şaredariyê îsal ew kiriye cihê çalakiyên çandî. Her sê program di heman rojan de, ji 30’ê tîrmehê dest pê dikirin heta 2’ê gelawêjê dom dikirin. Lewma saetên gelek programan li hev dieliqîn. Rastlêhatinek wiha nedihişt mirov hemiyan bişopîne.
Programa me dotira rojê saet di dehûnîvan de li baxçeyê Kemerbelê dê dest pê bikirana. Em şeş kes bûn, di serî de helbestvanên dêrsimî yên mîna Mehmet Çetîn, Emiralî Yagan, Nesîmî Aday cih girtin. Burhan Gundogan û Namik Kuyumcu her yek li seriyekî rûniştin, lê sitî Ruhan Mavrûk nehatibû. Nesîmî ji ber ku biçûkê malê bû pêşî wî helbestek kurt xwend, min bi xwendina helbestên ji destana Ristemê Zal da pey wî. Namik Kuyumcu û Emiralî piştî me program xweş û germ kirin, lê yê ku bala temaşevanan baş kişand bi xwendina helbestên zazakî Mehmet Çetîn bû. Di tûra duyem de piştî helbestek bi tirkî, rabûm piya û bêje bi bêje helbesta “Li Mexmûrê Berbangek” herikand nav ava Mûnzûrê. Di nav wê grûba helbestkaran de xwendina şi’irên bi kurmancî rengek cuda têkelî nava çoşê kir.

Piştre li salona konferansê ya şaredariyê panela “Em ziman, çand û navê xwe bi şûn de dixwazin” dest pê kir. Piştî nîvro Çalakiyên Zarokan ên Ugur Kaymaz pêk hatin ku tê de koroya zarokan, çîrokên bi muzîk yên zarokan hebûn. Saet li 15:30’yan, mijûlahiya li ser jinan û kotek û lêdana di nav malbatê de hebû ku tê de Yurdusev Ozsokmenler (Şaredara Baxlera ya Berê), Ayla Akat Ata (parlamentera DTP’ê) Asli Mutlu, Hatice Aydemir, Selma Gurkan, Meral Hanbayat û Prof. Neşe Ozgen cih girtin.
Roja 1’ê gelawêjê dîsa li salona şaredariyê mijarek girîng bûbû sebeba civîna profesoran: “Zanîngeha li Dêrsimê, Di Zanîngehê de Dêrsim.”
Profesorên bi navê Alî Arslan, Alî Batû, Alî Tutay û Hasan Kurum û her wiha Doçentê Alîgir Sabîr Menteşe, Dr. Şukru Aslan û Kazim Arik di bin moderatoriya Rektor Prof. Durmuş Boztug de panel pêk anîn.
Di panelê de nûhdamezrandina Zanîngeha Tuncelî, beşên wê, vekirina enstitu û navendên wê hatin nîqaşkirin. Em hîn bûn ku Zanîngeha Tuncelî digel hêj bêavahî ye, lê hatiye damezrandin û fakulteyên wê yên mîna Endezyarî, Perwerdehî, Erdnasî û navenda pêşdebirina Çanda Elewîtiyê hene. Me pêşniyariyek li rektor Durmuş Boztug kir bo parastina nebatên endemîk yên li geliyê Mûnzûr dijîn beşek bê vekirin. Wî got, ew dikarin di pêşerojê de bo vekirina navenda parastina nebatên endemîk yên li Mûnzûr dijîn serî li Saziya Xwendekariyê ya Payebilin (YOK) bidin.

Ji ber 200 saliya jidayîkbûna Darwîn, panelek bi navê “Di 200 saliya xwe de Darwîn” hat li dar xistin. Prof. Dr. Heyder Şengul û Biyolog Murat Gulsaçan li ser mijara peresînê (evolusyonê) û doktrîna Darwîn axivîn.
Heman rojê bi şev li qeraxa Mûnzûr li devera Kemerbelê konserek mezin pêk hat. Bi dehezaran keç, kur, zarok û extiyar tevlî bûn û bi şox û şenga konserê re coşiyan. Domene Dêrsim, Mikhaîl Aslan, Pinar Sag, Grup Alaz, Koma Çiya, Alî Baran, Silbus û Tarî, Grup Vardiya, Levent Ozdemir, Cemil Koçgun, Assemble “Aqung” (Grûba Ermeniyan), Maro Muradyan û Grup Yeldegîrmenî kilamên xwe, lawjen û muzîka xwe ya cihêreng ber bi Mûnzûr ve herikandin û ji lûtkeyên çiyayan re şandin. Nemaze grûba Ermeniyan bi hesreta sedsalan xelkê bi xwe re, bi dansa xwe ya rîtmîk re rakirin ser piyan.

Roja dawî panelek gelek rengîn hebû ku der heqê “Pirsgirêka Kurd, Demokratizebûyîn û Pêşniyaziyên Çareseriyê” de bû. Hatîp Dîcle wekî berdevkê demî yê KCD’yê axaftinek kir û balê kişand ser  Destûra Bingehîn a sala 1921’ê ku ji aliyê M. Kemal ve hatibû amadekirin lê piştre ji holê hatibû rakirin. Li gor wî, di 9’ê reşemiya sala 1922’yan de parlamentoya wê demê mafê Muxtariyetê daye kurdan, lê ev belge ji nav arşîvên parlamentoyê hatiye derxistin, li cihekî taybet hatiye veşartin. Elaqeyek mezin bo vê panêlê hebû, gel ji piya ew dişopand. Nemaze axaftina İmam Canpolat ku rojeva “Çareseriya Pirsgrêka Kurd” nirxand balê kişand. Kesên ku wekî Çepê Tirkan di panelê de cih girtin hin rexneyên xwe li hereket û siyaseta heyî ya kurdan anîn.

Me di sernivîsa xwe de got “Bi Mûnzûr re Çi Herikî?” Bi rastî di çar rojên çand û hunerê de bi deh hezaran mêvan û Dêrsimî bo Geliyê Mûnzûr bibe “Qada SÎT’ê” ji ber Kişlayê heta Kemerbelê bi dirûşme û merşan bi çemê pîroz re yarmetî danîn û herikîn. Dengê çar helbestvanên din jî têkelî wê avê bûn, ew yê A. Hîcrî Îzgoren û Bayram Balci û du hevalên xwe bûn. Hîcrî xoce dîsa bi ristên xwe yên ji cengê, ji xwîna bûyerên “faîlî meçhûl” daweriviyayî temaşevanan mest kir û bi helbestek xwe ya kurmancî jî bêhnek xweş ji Amedê anî wir.
Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an, di roja dawî ya festîvalê de li salona şaredariyê saet ji 15:30’an heta 17:00’an hat nîqaşkirin. Parlamenterê DTP’yî Şerafettin Halis, nivîskar Turabî Saltik, Cafer Solgun, Ristem Polat (ku ew neviyê Seyid Riza ye) û Hatice Demircioglu (Şahida bûyerê) di vê civînê de axifîn û dîtin û ramanên xwe anîn zimên.
Festîval bi Konsera Dawî xelas bû ku hunermendên mîna Emre Saltik, Grup Mûnzûr, Turan Şengul, Koma Azad, Zerîn Ozer û Ferhat Tunç ê Dêrsimî bi deng û awazên xwe yên zîz pêl dan ava nava wan çiyayan.

edibpolat@hotmail.com

***

Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê
  

***

 

Nûçeyên li ser Festîvala Mûnzûrê ya îsal:

- 50 hezar kesî dawî li Mîhrîcana Mûnzûrê anî

- Mîhrîcana Mûnzûrê bi dîmenên rengîn dest pê kir

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

16 sal, bi 10 hezaran nûçe

ad

'Kund'ek nû derket

ad

A. Turk û Ş. Elçi diçin ba Serokomar Gul

ad

Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir

ad

Zerik dîsa dikeve hilbijartinê

ad

Lîstikvan Rasim Oztekîn mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname