Diyarname
Keça kurd a êzîdî Nadya Mûrad ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin û piştî demek dirêj ew rizgar bûbû, niha li dinyayê digere û qala xirabiyan çeteyan a li hemberî keçên êzîdî dike. Nadya Mûrad herî dawî roja 12'yê mehê li Klûba Katalan Barselonayê bû. Ligel rêveberên klûbê lîstikvanên navdar Lionel Messi û Luis Suares xêrhatin li wê kirin û formaya ku navê Nadya Mûrad li ser nivîsandî diyarî wê kirin. Em jî vê fotoya hevdîtinê wekî fotoya rojê pêşkêşî we dikin.