Diyarname
KHK'yên (Biryarnameyên di Hukmê Zagonê de) dawî ligel gelek warên din vê carê berê xwe dan sporê jî. Bi KHK'yên nû di klûbên sporê yên kurdan hatin girtin: Cîzre Spor û Şirnak Spor.
Duh êvarê hikumeta Tirkiyeyê 3 KHK'yên nû derxistin. Bi van KHK'yan Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Ehmedê Xanî jî di nav de saziyên berê mohr li deriyên wan dabûn bi temamî girtin. Di nav van de gelek komeleyên li bajarên Dêrsim, Şirnex û Mêrdînê ji hene. Ligel vê bi KHK'yên nû mohr li klûbên sporê yên kurdan jî dan. Di nav van de "73 Cîzre Spor" û "Komeleya Klûba Şirnak Belediye Spor" jî hete ku hatin girtin. Her du tîm di Lîgên Amator ên Herêmî de xebatên xwe yên sporê dikirin.