Mehabad
Li bajarê rojhilata Kurdistanê, Mehabadê, konsera hunermendê kurd Ebdullah Mamlê hat betalkirin.
Pêr bi şev biryar hatibû dayîn hunermendê kurd Ebdullah Mamlê, ku kurê hunermendê wefatkirî Mihemed Mamlê ye, li Mehabadê konserekê bide lê bêyî ku sebeba wê were ragihandin, konser hat betalkirin. Li gorî agahiyan, hikumeta Îranê destûr dabû wê konsêrê lê dîsa jî konser hat betalkirin. Heta niha nayê zanîn konser ji ber çi û ji aliyê kîjan saziya dewleta Îranê ve hatiye betalkirin.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin