Diyarname
Ji bo maçên Lîga Ewropa UEFA'yê îro pişke hatin kişandin û maçên yekemîn di 16'ê reşemî û maçên duyemîn dê 23'yê reşemiya 2017'an de bêne lîstin. Ji bo 32 tîman pişke hatin kişandin. Ji tîmên Tirkiyeyê reqîbên Beşîktaş, Fenerbahçe û Osmanli Spor jî diyar bûn. Beşîktaş ligel tîmek Îsraîlê Hapoel Beer-Sheva Spor dê bilîze. Fenerbahçe jî rastî tîmek Rus Krasnodar hat. Osmanlispor jî dê ligel tîma Yewnanistanê Olympiakos bilîze. Her sê tîm maçên pêşî li deplasmanê, maçên duyem li malên xwe dê bilîzin.
Ji timên mezin Manchester United dê ligel St Etienne bilîze.
Vaye hemû pişte:
- Athletic Bilbao - Apoel
- Legia Varşova - Ajax
- Anderlecht - Zenit
- Astra Giurgiu - Genk
- Manchester United - St Etienne
- Villarreal - Roma
- Ludogorets - FC Copenhag
- Celta Vigo - Shakhtar Donetsk
- Olympiakos - Osmanlıspor
- Gent - Tottenham
- Rostov - Sparta Prag
- Krasnodar - Fenerbahçe
- Moonchengladbach - Fiorentina
- AZ Alkmaar - Lyon
- Hapoel Beer-Sheva - Beşiktaş
- Schalke 04 - PAOK


