Diyarname
Neteweyên Yekbûyî, îtalya, Almanya û Fransayê reaksiyon nîşanî binçavkirin û tewqîfkirina Hevserok û Mebûsên HDP'ê da...
NY: Ev kirin nayê qebûlkirin
Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravine Shamdasani binçavkirin û tewqîfkirina mebûsên HDP'ê wekî gavek nayê qebûlkirin nirşand û got ku ev yek li dijî peymanên mafên mirovan e.
Shamdasani wisa got: "Binçavkirina Hevserokê HDP'ê û mebûsên wan bûye rewşek ji binçavkirin û tewqîfkirinan wêdetir. Piştî hewldana derbeyê Tirkiyeyê Rewşa Awarte ragihandibû û hin xalên peymanên navneteweyî dabûn rawestandin. Lê gavên ku rayedarên tirk diavêjin gavên têne qebûlkirin derbas kirine û ji ber vê rewşê em di nav metirsiyê de ne."
Îtalya: Em bi tirs meseleyê dişopînin
Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi li ser binçavkirin û girtina mebûsên HDP'ê daxuyanî da û got ku ew bi tirs meseleyê dişopînin.
Li gor nûçeya ANSA'yê ku nûçeya xwe li ser çavkaniya Serokwezîriya Îtalyayê saz kiriye dibêje Serokwezîr Renzi li gel vê metirsiyê gotiye ku zagona rakirina biryara destnedanê, rewşa siyasî ya heyî nayê qebûlkirin.
Renzi wisa gotiye: "Di têkoşîna li hemberî terorê de em li cem Tirkiyeyê ne lê li hemberî çalakiyên PKK'ê binpêkirina mafên mebûsên muxalefetê nayê qebûlkirin."
Fransa: Reaksiyon nîşan da
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Fransayê Romain Nadal bertek nîşanî êrîşa li ser siyaseta kurd da, bang li hikumeta dewleta Tirkiyeyê kir ku hurmetê nîşanî azadiyên bingehîn bide. Berdevkî got ku ew binçavkirina Hevserok û mebûsên HDP'ê bi metirsî dişopînin.
Wezîra Almanyayê çû serdana HDP'ê
Wezîra Dewleta Almanyayê Maria Bohmer ligel heyeta pêre îro çû serdana Koma HDP'ê. Wezîr berî hevdîtinê got: "EZ hêvî dikim li ser vê rewşa dijwar hin agahiyan bi dest bixim."
Mebûsê HDP'ê Hişyar Ozsoy ji bo Wezîr Bohmer got:"Di vê roja mixabin yek ji rojên reş a Tirkiyeyê ye hatina we ya vir em wekî piştgiriyek dibînin. Ji ber hûn li vir in em sipasiyên xwe pêşkêş dikin. Li ser binçavkirinan û rewşa heyî emê agahiyan bidin we." Endamên çapemenî negirtin hevdîtinê û dûre jî agahî nehat dayîn.
Ozdemîr: Bila hemû partî vê şermezar bikin
Li Almanyayê Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr xwest ku hemû partiyên di Meclisa Almanyayê de bi daxuyaniyeke hevbeş girtina Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş û mebûsên HDP'ê şermezar bikin.
**