Tolaz azad e!
Diyarname
Duh êvarê polîsan bi ser buroya DÎHA'yê ya Enqedeyê de girt û derî mohr kir. Lê li hundir dewdewê dihayiyan ê bi navê Tolaz li hundir ma. Dewdew li wir hînê hin peyvên kurdî û tirkî bûbû. Niha xebatkarên DÎHA'yê nikarin deriyê vekirin herin heywanî bînin.
Piþtî girtina ajans, rojname û kovaran polîs diçin mohr li deriyên wan saziyan didin. Duh jî deriyê buroya DÎHA ya Enqereyê hat morkirin bêyî ku Tolaz ji hundir bigirin. Niha her kes ketiye nav tevgerê ku dê çawa Tolazî ji holê derxin. Di twitterê de jî bi navê "#TolazYaldizDegildir" (Tolaz ne bi tenê ye) tag vekirin. Mebûs Sezgin Tanrikulu peyam avêtiye û gotiye ji bo Tolaz azad bibe tiþtên dikevin ser milên min ez dikim.
Û ew hat azadkirin
Piþtî nûçeya derketin û li Twitterê Tolaz bû mijar, ji bo derxistina wî serî li Walîtiya Enqereyê û emniyetê dan. Tolaz saet li dor 14'an ji avahiyê hat derxistin.