Diyarname
Li dinyayê çapemenî wezî "Hêza çaremîn" tê hesibandin. Çapemenî ew qas tesîrê li raya giştî dike. Di nav çapemeniyê de jî qunciknivîskar, nivîskar û rewşenbîrên ku bi nivîsên xwe jî dikevin vê qadê bandoreke xurt derdixin holê.
Di vî rewşî de hêz û quweta nivîs û nivîskariya kurdî? Quweta rewşenbîrên kurdan çi ye?
Gelo mirov dikare bibêje nivîskarên kurd, çapemeniya kurd tesîrê li raya giştî ya kurdan bike, li siyaseta kurd bike?
Ev mijareke gelek berfireh e. Helbet jêre gelek nirxandin divên. Helbet em nikarin bikevin bin bareke wisa, lê em dikarin bi çend xalan be jî ji aliyê xwe ve hin tiştan bibêjin.
Piştî Omer Dilsoz û Dilawer Zeraq (di Azadiya Welat de nivîsîn), nivîskarê me Helîm Yûsiv jî ji aliyê xwe ve mijar pêş ve bir. Niha jî Fêrgîn Melîk Aykoç nivîsên xwe yên di vî warî de şandin.
Li vir gotina me ev e: Digel ku mijar gelek berfireh e be jî em dixwazin bi qasî hêza xwe gaveke di vî warî de bavêjin. Em deriyên xwe vedikin, ger gotineke we jî hebe di vî warî de fermo em li benda we ne.
Ji bo nivîsên we: