Navê wê Vedad Lutah e. Ew serdanpê bi çarşef e. Ji bilî çavên wê ciheke wê naxuye. Ew şêwirmendê malbatan e lê ji vê wêdetir pirtûkê ku nivîsand ew jina libnanî xist rojevê. Wê pirtûkek bi navê "Gelek veşarî: Ji bo cotên zewicandî klavûza orgazmê" nivîsand, di pirtûkê de li ser nêremokiyê, heta pirsgirêka jinan a orgazmê li ser gelek pirsgirêkên têkiliyên cinsî sekiniye.
Pirtûk nîşanî jin û mêrên zewicandî dide ku dê çawa ji têkiliya cinsî zewqê bigirin. Lê ji pirtûkên heyî cihêtir ew pêşniyarên xwe li gor ayetên Quranê dike. Lutah ku di dadgehên Dubaî de şêwirmendiya malbatan dike di pirtûka wê de mînakên li ser bûyerên balkêş hine. Lutah jineke 45 salî ye û çenebaz e. Fikra wê ew e ku ji bo pirsgirêkên têkiliya cinsî çareser bibin divê perwerdehî bê dayîn.
Vedad Lutah beri ku pirtûkê binivîse ji Miftiyê Dubaî îcazet girtiye. Ew dibêje ku tişteke girîng e jin di têkiliya dema zewacê de kêfê bigire. Ew diyar dike ku çarşeva li xwe dike ne pirsgirêk e û wiha didomîne: "Yên çarşeva min dibînin şaş dibin lê ez vê bibêjim, tên ji dil bi min re xeber didin."
Li ser pirsên çawa jê têne kirin jî ew wisa dibêje:
- Mişteriyeke min a 52 salî hebû. Piştî salan di têkiliya cinsî de orgazm ferq kir.
- Jineke din meraq kir ku di Îslamê de oral seks qedexe ye yan na. Na, ne qedexe ye.
- Yekem têkiliya cinsî ya xortan bi nêremokî dibe. Ew di zewacê de jî heman tiştî dixwazin.
- Van rojan jinek hat pirsa "Mirov bedenê mêrekî maçî bike caîz e?" min got, "Pirtûka min bixwîne."
Ji Hurriyetê hatiye girtin