Diyarname
PEN'a Navneteweyî piştî kongreya xwe binçavkirina du nivîskarên kurd Rênas Jiyan û Murat Ozyaşar anî rojevê.
82'yemîn Kongreya PEN'a Navneteweyî li Herêma Xweser Galîsya ya Spanyayê li dar ket. Li ser navê PEN'a Kurd Hevserok Osman Ozçelîk û Berîvan Doskî jî beşdarî civînê bûn. PEN'a Kurd binçavkirina nivîskarên kurd Rênas Jiyan û Murat Ozyaşar anî rojevê û kirin ku li wir binçavkirina her du nivîskaran bê şermezarkirin. Piştî vê yekê PEN'a Navneteweyî di malpera xwe de gotarek li ser her du nivîskaran bi sernavê "Nivîskarê xelatgir Murat Ozyaşar û helbestvan Rênas Jiyan li pişt deriyên hesin in" weşand.
Di nivîsê de ligel binçavkirina her du nivîskaran qala girtina Zarok TV û kanalên din, dirêjkirina Rewşa Awarte ya ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve jî aniye rojevê.
Di gotarê de gotina Serokê Komîteya Nivîskarên Girtî ya Pena Navneteweyî Salil Tripathi jî hatiye pêşkêş kirin ku ew dibêje girtina rojnameger û nivîskaran li Tirkiyeyê mafê mirovan têk dibe.
Her wiha di gotarê de PEN'a Navneteweyî bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku zor li hikumeta Tirkiyeyê bike ku mafê azadiya ramanê biparêze û li dor peymanên mafên mirovan a navneteweyî tevbigere.
Kampanyaya îmzeyan
Di vê navberê de hinan di change.org de ji bo Rênas Jiyan berhevkirina kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin. Ji bo yên bixwazin îmzeyê biavêjin lînk ev e: