Diyarname
Wezîrê Nadirî, bi çavê nivîskarên kurd nivîskarekî hêja, lê ew ji nivîskarî jî wêdetir îstîxbaratkarekî ye. Niha bi pirtûka xwe "Nûbihar" ev Wezîrê Nadirî mijara me ye.
Wezîrê Nadirî di 10'ê gulana 1911'an de li derdora Wanê, li gundê Boralanê (Kurt Omer) tê dinê; di sê saliya wî de bavê wî dimire, sêwî mezin dibe, ji ber vê li ber zengînan rêncberê dike. Apê wî Mihemedê Nado fêm dike ew jîr e Wezîrê Nado dide ber xwendinê. Di sala 1926'an de komek kurdên Bakur ji ber rewşa wê demê mecbûr dimînin bar dikin qezaya Nahçîwanê (girêdayî Komara Azerbaycanê) li nehiyeya Şerûrê bi cih dibin ku di nav wan de Wezîrê 15 salî jî heye. Wê demê li Sovyetê Bolşevîk serdest in û ew ji bo kêmaran xebatên çandî dikin. Li gundê kurd lê dijîn jî dibistanên bi kurdî vedikin; Wezîr jî di van de dixwîne. Paşê di Mekteba Şewlîkan (Nahçîwan) dersê dide. Di sala 1933'yan de di Riya Teze de dinivîse.
Wezîr şexsiyetek balkêş e, biaqil û jîr e. Ligel kurdî kurdî bi zimanên wekî ermenî, rusî, azerî, tirkî, farisî dizane; ev yek rêyek din li ber vedike. Ji deman dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn e û li her derê dengê şer bilind dibe. Wezîrê 31 salî wê demê digirin leşkeriyê (1942). Ji ber ew bi gelek zimana dizane wî digirin di beşa îstîxbaratê de bi cih dikin û paşê her diçe ew di karê xwe de berjor tir diçe û dibe Serokê Îstîxbarata Rusyayê beşa Îranê. Wekî kurdek ji îstîxbaratê gelek kar dike, gelek planan pûç derdişe. Wê demê Almanya li Tehranê li dijî Stalîn suîkastê plan dike, Wezîr vê planê deşîfre dike û Stalîn ji mirinê xilas dibe. Aliyên Wezîrê Nado yên bi rêberên kurdan ên dema Mehabadê jî heye.
Ew di sala 1946'an de li Rusyayê di qezayek de dimire. Lê hin qala suîkastê jî dikin. Cenazeya wî li Yêrîwana Ermenistanê di nav kesên herî navdar de vedişêrin.
Berhemên W.Nadirî pêşî di rojnameya Rêya Teze de têne weşandin wekî helbest, hîkaye û gotar.
Di sala 1935'an de bi navê "Reva Jinê" pirtûka wî ya şanoyê tê weşandin. Prof. Heciyê Cindî li ser vê wisa dinivîse: "Bi saya xewndevan û mamosteyê xwendina kurdî ku yekî jî nivîskarê wê şanoyê bû, şano derket ser sehneyê. Di tiyatroya Elegezê de, bi desteka dewletê hate lîstin. Ew lîstik li gelek warên kurdan geriya. Şano ji aliyê temaşevanan ve rind hate qebûlkirin. Hêjayî pesindayinê bû."
Niha ev Wezîrê Nadirî ji ber pirtûka xwe "Nûbar" ket rojeva me. Ev "Nûbar" ku ji 8 helbest û 7 hîkayeyan pêk tê di sala 1935'an de hatiye çapkirin û niha li Stenbolê ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve hatiye weşandin. Mehmet Emîn Hêvîdar bêyî destê xwe bide pirtûk ji tîpên kirîlî kiriye tîpên latînî û ligel ev latîniya wê, orjînala pirtûk jî hatiye çapkirin.
Helbestên di pirtûkê de li ser jiyana gundan, feqîrî û belengaziya kurdan.
Hîkaye hinek din cuda ne, bi şêweyeke modern hatine nivîsîn loma Mehmet Emîn Hêvîdar tiştên mezin îdîa dike: "Li gorî qenîeta min hîkayeyên Wezîrê Nadirî 'yekem hîkayeyên modern ên kurdiya kurmancî ne'. Çawa ku romana kurdiya kurmancî ya yekemîn ji hêla Qafqazê, ji nav kurdên Ermenistanê derket, her wiha jî hîkayeyên modern ên bi şêwaza Ewropî jî ji nav kurdên Ermenistanê derketiye."
- Nûbar / Wezîrê Nadirî / Ji tîpên kirîlî: Mehmed Emîn Hêvîdar / Çîrok / Weşanên Nûbihar / 2016 /212 rûpel