Diyarname
Lîstikvanê navdar Tarik Akan ji ben qansêra pişikê îro wefat kir. Akanê 66 salî di 111 fîlman de, 4 rêzefîlman de cih girtibû. Di ala 1982'yan de li Festîvala Cannesê ji bo Xelata Lîstikvanê Herî Serketî bû berendam lê negirt. Di sala 1985'an de li Berlînê bi rola di fîlmê "Pehlîvan" de Xelata Mansiyonê ya Hirça Zîvîn girtibû. Wî li Antalyayê jî gelek xelat girtibûn.
Navê wî yê di nasnameyê de Tarik Tahsin Urengul bû û wekî Tarik Akan hatibû nasîn. Mehek berê li ser îdîayên "Ew li Bodrumê bi cih bûye" wisa gotibû, "Ez xwe baş hîs dikim. Ez li mala xwe ya li Bodrûmê bi cih nebûme. Niha li Stenbolê me û li mala xwe me. Ez nemirime, li jiyanê me. Tiştek xirab nîn e. Her tişt normal dimeşe. Bi mehan e ez bi nexweşiyê re têdikoşim, ji bo niha rewşa tenduristiya min baş e."
Akan îro destê sibê xatir ji vê dinyayê xwest.
Tarik Akan kî bû?
Akan di 13'yê berfanbara 1949'an de li Stenbolê hatibû dinê. Di sala 1970'ê de di pêşbaziya lîstikvanî ya kovara Sesê de bûbû yekemîn û pêre çîroka wî ya lîstina di fîlmên "Yeşîlçamê" de dest pê kiribû. Di sala 1973'yan de ligel Halit Akçatepe di fîlmê "Canim Kardeşim" de rola serlîstikvaniyê lîst. Wî di sala 1977'an de di fîlmê "Suru/Kerî" ku senaryoya wê Yilmaz Guney nivîsî û Zekî Okten bi rê ve bir de cih girt, bi rola xwe ya serketî ji xwe re cihek taybet veqetand. Paşê wî di gelek fîlmên Yilmaz Guney de cih girt. Ji van fîlman "Yol/Rê" kir ku li Festîvala Cannesê bibe berendamê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî (1982). Fîlmî Xelata Fîlmê Herî Serketî girt, lê wî xelat negirt.
Wî bi giştî 111 fîlman de rol girt. Di sala 1972'yan de bi fîlmê "Suçlu/Sûcdar", 1978'an de bi fîlmê "Maden", 1978'an de bi "Suru", 1979'an de bi fîlmê "Adak", 1984'an de bi fîlmê "Pehlîvan", 1988'an de bi "Uçuncu Goz/Çavê Sêyemîn", 1990'î de bi "Karatma Gecelerî" û di sala 2003'yan de bi fîlmê "Gulum" li Festîvala Porteqala Zêrîn Antalyaya Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.
Di sala 2006'an de SÎYAD'ê (Komeleya Rexnegirên Sînmeayê) Xelata Rûmetê, di sala 2007'an de Komeleya Lîstikvanên Sînemayê ya Hemdem Xelata Kedê ya Sînemayê da wî.
Jiyana wî ya siyasî
Lîstikvan Tarik Akan di jiyana xwe de bi fikrê xwe yê çepgir derdiket pêş. Di van demên dawî de zêdetir nêzî kemalîstan bû. Di dema Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê de ew jî hat girtin. Di sala 1981'ê de li Almanyayê ji ber axaftinek kir dema vegeriya Tirkiyeyê hat girtin, ji bo wî 12 sal cezayê hepsê hat xwqestin, lê bi 2 meh û nîv cezayê hucreyê jê filitî. Wî di sala 2002'yan de pirtûka bi navê "Anne Kafamda Bît Var" (Dayê di serê min de kêç heye) pirtûkek derxist û têde qala serdema derbeyê û girtina xwe kir.
Aman di sala 2005'an de bû Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Azîz Nesîn
Ji hemû aliyên wî cudatir kurd wî bi rola di "Suru" (Kerî) de û bi dola di "Yol" (Rê) de nas dikin.


