HENÎFE HISÊN
Di dîrokê de gelê Samî li qiraxa Çemê Nîlê û gelê Arî jî li kevana zêrîn a bi bereket wekî du çandên xwişk û bira, bûn şaristanî û li tevahiya cîhanê belav bûn.
Li ser hîmê çanda xwedawenda dayik Înanna û Îsîs li hemberî pergala desthilatdariya şaristaniya navendî li ber xwe dan û xwedî sekneke bi rûmet bûn. Çanda hezkirin, merdanî, dilsozî, lihevhatin û aştî li tevahiya cîhanê belav kirin. Tevahî cîhan ji van çandên kevnar fêrî şaristaniyê bûn. Xwe pêş xistin û gihandin asta pergalê.
Ji wê demê heta roja me ya îro, ger çiqas pergala netewe dewletê li ser hîmê desthilatdariya mêr ya ku wekî bermahiya hêzên dagirkerên cîhanî li ser vê xakê hat belavkirin û hemû gel anîn hemberî hev û li dijî hev dan şerkirin jî, gelê kurd û ereb di nava hestên hevgirtinê de hem ji hêla baweriyê ve hem jî ji hêla du neteweyên di nava hev de jiyana xwe domandin û bi hev re mohra xwe li bin serketinan xistin. Li dijî dagirkeriyên ku hatin ser van xakan di heman eniyê de têkoşiyan û bi hev re gelek şer qezenc kirin. Ev têkoşîna hevbeş heta rizgarkirina axa Sûriyê jî dewam kiriye. Di vê têkoşîna hevbeş de ji kalikên kurdan bi dehan kesên wekî Îbrahîm Henano û Yusif el Ezma erk girtine û şehîd bûne.
Li piştre, pergala hat avakirin li ser hîmê desthilatdariya netewe dewletê bû. Pergala ku li ser tekparêziyê bi pêş ket, ev jiyana hevbeş û biratiya heyî tune hesiband û di encamê de polîtîkaya înkarê bi pêş ket. Li ser vê polîtîkaya tekparêziyê polîtîkaya Erebkirinê bi pêş ket û ev milet ji hev dûr ketin. Tevî vê jî em dikarin bibêjin ku hîn jî ev gel wekî xeleka dawî be jî çanda xwedawenda dayik dijîn û gelên herî nêzî demokrasiyê ne.
Xuya dike ku ronesansa Rojhilata Navîn careke din li kevana zêrîn û li qiraxên Çemê Nîlê wê bi pêş bikeve. Çawa ku tê gotin, her giha li ser koka xwe şîn tê, li ser koka vê çandê têkoşîna gelê kurd bi perspektîfa Rêber Apo bi pêş ket. Di vê pêvajoya şoreşa Rojava de bi hemû gelên li herêmê re bi taybetî jî bi gelê ereb re tifaq û têkoşîna hevbeş bi pêş xist.
Bi vî rengî pêşengiya xeta oposîzyona demokratîk li ser xeta sêyemîn kir. Ji tifaqa bi Heyet el Tensîq re bigire heta avakirina xweseriya demokratîk, tovên jiyana hevbeş bi hev re danîn. Ev xet her ku çû bi pêş ket û di roja îro de rastî û heqîqeta wê ji aliyê her kesî ve baş tê dîtin. Bêguman di vê têkoşînê de berdêlên pir giran çêbûn. Di oxira wê de bi hezaran keç û xortên gelê kurd, ereb, suryan bûn cangoriyên vê jiyana hevbeş.
Li ser vê bingeha jiyana hevbeş careke din gavên dîrokî tên avêtin. Li Misrê di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şepêla Pêşerojê ya Sûrî de li ser xalên girîng peymanek hat îmzekirin. Ev tifaq gelekî bi wate ye. Hem wekî gelê ereb û hem jî wekî serokê Şepêla Pêşerojê, Ehmed El Cerba ku ji qebîla Şemeran e, ji berê ve bi gelê kurd re destbirak in. Di dema Xweseriya Demokratîk de jî Şemer bi rola xwe rabûn û bi dehan şehîd ji vê êlê çêbûne.
Bêguman tevgera Şepêla Pêşerojê xwedî kesayetek welatparêz û seknek bi wate ye. Hîn ji destpêkê de xwe ji têgeha opozîsyonê ya neteweperest dûr xist û kesayeta xwe parast. Li beramberî gelê kurd neket nava şaşîtiyê û hewl da wekî kesayeteke Sûriyê ya welatparêz bimînê. Dema dît opozîsyon ket xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê, xwe jê vekişand û sekneke serbixwe nîşan da. Grûbên xwe yên çekdar jî li ser vê bingehê vekişandin herêmên xweseriyê.
Ev tifaq dikare ji bo demokratîkbûna Sûriyê û avakirina heyeteke bi hêz ji bo muzakereyên Cenevre û avakirina Sûriya demokratîk bibe destpêkeke nû. Her wiha li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê jî helwesteke pirr xurt e. Ev tifaq, wê eniya demokrasiyê hîn berfirehtir bike.
jindasilan@gmail.com
12.09.2016, Yenî Ozgur Polîtîka