logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ji siyaseta kurd biryara greva birçîbûnê: Tenê muxatab Ocalan e

  • Dîrok: 31/08/2016
  • Beş: Nûçe

AMED (DÎHA)

Hemû hevparên siyaseta kurd ku li Amedê kom bûn, starta serdemek nû dan. Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle deklerasyona hevpar xwend û got: "Roj roja çalakiyan e". Dîcle, çalakiya greva birçîbûnê ku bi 50 hilbijêran di 5'ê rezberê de dest pê bike bi raya giştî re parve kir û got: "Di vê grevê de tenê daxwazek heye. Em dixwazin bi Birêz Ocalan re di çarçoveyê hiqûqê de hevditin bê kirin." 

Deklerasyona dîrokê ku bi rojan e li Amedê amadekariya wê tê kirin hat eşkerekirin. Deklerasyon, li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) bi raya giştî re hat parvekirin. Hemû hevserokên KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê, nûner, rêveber, bijartiyên kurd, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan endamên Melisa Giştî ya Bajar nûnerên saziyên civakî û rêber û rûsipiyên civakê amade bûn. Li ser navê gel û bijarteyên kurd Hevserokê KCD'ê Hatîp Dicle metna deklerasyonê xwend. Naveroka bingehîn a deklarasyonê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 510 roj in agahî jê nayê girtin.
Deklerasyona ku biryara serdemek nû hat dayîn û biryara gireva birçîbûnê ya bêdem hat dayîn wiha ye: 

Cemaweriya bi qimet, hevalên qedirbilind û beşdarên rêzdar

Em nûnerên gel ên hatine hilbijartin, rêber û rûsipî, nûnerên saziyên civakî, ji bo ku em peyama pir girîng bi we re û bi riya we bi hikumetê re parve bikin em li vir in. 

Birêz Ocalan nêzî 18 sal in bi tena serê xwe di hucreyek pir biçûk a li Girava Îmraliyê de di bin tecrîdê de tê girtin. Tam 510 roj in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha 46 roj derbas bûn. Di vê pêvajoyê de darbekar li dijî Îmraliyê ketin nava hewldanên fîîlî. Li gel ku ev hewldana darbekaran hat eşkerekirin jî dîsa der barê Birêz Ocalan de me tu agahiya şênber bi dest nexist. 

Gelê me yê bi qîmet; 

Bê guman pirsgirêka herî girîng ya welat pirsgirêka kurd e. Hêzên serdest, sed sal berê di 1'Şerê Cihanê yê 1'emîn de bêyî vîna gelên vê heremê esas bê girtin axa Mezopotamya û Rojhilata Navîn di nava xwe de li hev parve kirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên herêmî derketin. Pirsgirêka kurd jî yek ji van pirsgirêkan e ku axa wan bêyî vîna wan hatiye parvekirin e. Mixabin sed sal in dewleta Komara Tirkiyeyê li şûna pirsgirêkê bi riya aştiyê çareser bike, bi polîtîkayen înkar û îmhayê tevdigere. Ji ber vê yekê gelek xwîn hat rijandin. Gelek kes hatin kuştin. Di sedsala 21'ê de jî ev pirsgirêk bi heman ferasetê didome. Dewletê, sed sal in, înkar kir û ji kurdan re tenê rêya serhildan û berxwedanê hat hiştin. Gelê ku serî rakir jî bi komkujiyê tepisand û tecrîd kir. Encama vê polîtîkayê bû sedema windakirinia xwîn û canê kurd û tirkan. Em li dijî rijandina xwînê û kuştinê têdikoşin. Li aliyê din hêzên ku li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî û kurevî tevdigerin, bêhtir şerê li Rojhilata Navîn û herêmê kûr dikin. Pirsgirêka kurd her dem di nava serhildan û berxwedanê de maye. Ji ber berjewendiyên hezên serdest her dem gelê kurd û tirk zerar ditiye. 

Gelê me yê bi rûmet; 

Rêberê gelê kurd û mirovê siyaseta demokratîk Birêz Ocalan, ji bo vê çerxa kor bişkîne, vê kemîna xwînê xera bike û aştiyek bi rûmet pêş bixe, di Newroza 2013'yan de bi wêrekî tevgeriya û însiyatifek gelek xurt girt ser milê xwe. 

Belê Birêz Ocalan got: "Êdî ji vê rêveçûnê re dem hatiye û derbas bûye" û banga bêdengkirina çekan û pêvajoya gotin û siyaseta demokratîk kir. Dewlet û hikumetê jî ji bo şansekê bide aştiyê gavek avêt. Bi vê pêvajoyê re hêviyek mezin û bendewariyek xurd derket holê. Bi vê pêvajoyê re xwîn rawestiya û çek bêdeng bûn. Kuştin bi dawî bûn. Êşa dilê bi kuştina leşker, polîs, cerdevan, gerîlla û zarokan her roj xwîn dibû, aş bû. Êdî hêvî û kêfa ku ji şerê sed sal in didome derkevin zêde bû. Lê mixabin piştî dawiya sala 2014'an hevîya aştiyê lawaz bû û piştî 2015'an li şûna aştiyê şerekî giran dest pê kir. 

Birayên bi qimet ji bo vê ev îhtîmala aştiyê pêş bikeve bi diyalogek xurt û heye. Kesê ku bi riya diyalogê rê li pêş aştiyê vekir Birêz Ocalan 510 rojin agahî jê nayê girtin. Şer ne daxwaz û bijartina me ye. Lê dema şer hebe jî divê exlaq û hiqûqek hebe. Birêz Ocalan ku 3 salan civaka Tirkiye xist nava aştiyê, di dîrokên berê de 8 caran agirbest îlan kir û rê da pêş siyaseta Rojhilata Navîn, hem gelê kurd û hem jî gelê cîhanê ji bo azadiya wî 10 mîlyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û wekî "Vîna min a siyasî ye" bi nav kirin. Mafê wî yê hiqûqî û zagonî tê binpêkirin. Birêz Ocalan 5 salên dawî ye bi tu parêzerên xwe re qet hevdîtin nekiriye. Hikumet Birêz Ocalan wekî dîl digire dest û nêzîk dibe. Tecrîdê di nava decrîdê de pêk tîne. 

Hevalên hêja; 

Bêguman civaka me bi kurd, tirk, bi hemû nasname û baweriyan ve bi hevrejiyanê ya di nava aştiyê de zêdetir heq dike. Vî bendewariya mafdar bicihanîn peywira esasî ya siyasetmedaran e. Em bi vî zanebûn û berpirsyariyê hewl didin layiqî we bin û ji bo vê dixebitin. Li aliyeke li dijî pêkûtî û êrîşan hewl didin li ser piyan bimînin û li aliyeke jî hêviyeke biçûk a ji bo aştiyê jî hewl didin binirxînin û lêgerînên xwe yên çareseriyê didomînin. Lê astengkirina rêberê û pêşengê têkoyîna gelekî 510 rojan jê agahî negirtin, bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê daxwazên hevdîtinan bi israr redkirin çi heyf e ku hemû îhtimalên aştiyê ji holê radike. Lêgerînên aştiyê yên ku birêz Ocalan derveyî vî hiştin ceribandinên berê jî nîşan daye û vala ye, pûç e, ev hatiye fêmkirin. Niha jî niyetekî ku birêz Ocalan derveyî siyasetê hiştin a gelek cidî û xeter heye. Ji me nikare bê xwestin ku em li hembê vî pêkanîna nehîqûqî û neexlaqî bêdeng bimînin. Divê tu kes ji me nexwaze rêberekî siyasî la ku bi milyonan kes hêviyên xwe bi vî girêdayê, agahî girtina wî astengkirin tiştekî wekî normal bibînin. Ev 510 roj in hemû hewldanên me yên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û mirovî ji aliyê hikûmetê ve pûç hatine derxistin. Ji ber vê yekê jî heta ku parêzerên birêz Ocalan, malbat, heyeta me ya siyasî bi rû bi rû hevdîtinê pêt bînin ê agahiyeke bigirin me biryara pêvajoyeke nû bidin destpêkirin girtiye. Di vê çarçoveyê de di nava me de 50 hevalên me yên dildar bi 5'ê rezberê pêve dê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Tekane daxwaza vê grevê heye ew jî bi birêz Ocalan re di çarçoveya hiqûqî de hevdîtin pêkanîn e. 

Di vê çarçoveyê de banga me ya yekemîn ji bo hikumetê ye; em li bendê ne ku rewabûna siyasî, hiqûqî, exlaqî, mirovê li ber çavan bê girtin hema sibehê bê bicihanîn. 

Ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê jî banga me ev e; heke ji bo vê bangawaziya me ya maqûl bersiv neyê dayîn ji bo piştgiriya hevalên me yên ku dest bi greva bêdem û bêdorveger dikin li dora wan xwedîderketineke bêhempa bêk bînin ji bo vê hemû kes divê plansazî û amadekariya xwe bike. Roj roja çalakiyê ye. 

Di van rojên ku ji wî dengek bê ji bo pêşerojê dê hêviyên nû biafirîne û ji bo deriyên nû bên vekirin dê bibe sedem hemû kesên ku bi aştî, çareseriya sivîl û hiqûqê bawer dikin divê li hemberî vî tecrîdî derkevin.

Beşdarên hêjê, gelê me yê hêja;

Herî dawî em dixwazin vî bibêjin; tu gelê ku li rêber û pêşengên xwe xwedî dernekevin tu caran dikarin rûmet û azadiya xwe biparêzin. Tu gelên ku piştgiriyê nedin têkoşîna azadiya kurdan tu caran nikare qala azadiya xwe bike. Ji bo me berî her tiştî pirsgirêka rûmetê ye. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku xwedî li rûmet û mafê xwe yê azadiyê derkevin, em vê bêrûmetiya ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin û em ê nekin. Em bang dikin ku bi qasî ku hemû cihan vê bibîhizin qîr bikin. 

Em we bi hemû hestên xwe silav dikin, serkeftinê dixwazin. 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Raya Giştî û Xwendevanên Wêjeya Kurdî re

ad

Newroz pîroz be

ad

Aynur Dogan li Heskîfê "Rewend" kişand

ad

YSK'ê cihguhartina sindoqan qebûl nekir

ad

Immobile hem Pêlava Zêrîn girt hem bû şirîkê rekorê

ad

Referandûm û pirsên tabû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname