LUQMAN GULDIVÊ
Zanîngeha Cambridgê îsal qeydiyên qederê sedûpêncî salan (1831-1979'an) ên belegeyên fermî, nameyên dîplomat û rayedarên eskerî û îstîxbarî yên Brîtanî di 13 bergan de di formata ansîklopediyê de berhev kirin û çap kirin. L.P. Burdett ku berê jî li ser arşîva Brîtanî a li ser Ereban xebatên bi heman rengî kiribûn, mohra xwe daniye binê vê xebatê. Ev belgeyên ji 9800 rûpelî di rojnameya me de jî wekî nûçe cihê xwe girtin û îşaret bi xwendin û şîroveyeke nû ya dîrokî kurdan dihat kirin di van nûçeyan de. Lê belê paşê, ev berhem hat paşguhkirin.
Arşîva her koma civakî heye û sedema vê jî nasnameya kolektîf a ji bo dewamiya komê pêwîst e. Ango eşîrek jî malbatek jî xwedî arşîvekê ye. Rengê arşîvan diguhere; hinek dikarin bi motîf, reng û tayên berr û merşan bin, hinek dikarin bi repertuwarên dengbêj, stranbêj û qewlbêjan bin, hinek dikarin belgeyên nivîskî yên fermî û nîvfermî bin, hinek dikarin repertuwareke wêjeya nivîskî bin, hinek dikarin qeydiyên deng û dîmenan bin, hinek dikarin her şêwaz qeydiyên nivîskî bin, hinek dikarin awayê bi kar anîna teknolojiyê bin û hwd. Bi her halî ev arşîv, arşîveke bivênevê ye.
Arşîveke bivênevê, ne arşîvek e ku statîk be. Berevajî, ev arşîv dikare reng biguhere, dikare pirreng û pirrawa be. Ango civak hene (nexasim jî netewe) ku xwediyê hema hema her awayê arşîvan in. Bi xebatên muzexaneyan jî mekanên bîrê û bibîranînê yên sîstematîk ava dikin ku bi xwe jî mekanên arşîvan in. Ev rengê arşîvan bi pirranî erênî ne û para wan heye di xebitîna durist a civakan de; ez îstîsnayan li vir minaqeşe nakim.
Lê belê arşîvên ne erênî jî hene, nexasim jî arşîvên veşartî yên hesab, lîstik û şerên desthilatdariyê gelek caran ji van arşîvan in. Ne erênîbûna wan ji girtîbûna wan a li civak û raya giştî destpê dike, lê belê li wir namîne. Ev arşîv dikarin ji bo bikaranîna malûmatan li dijî civakên din werin bikaranîn, û jixwe me şahidî lê kiriye ku hatine bikaranîn jî. Ev arşîv agahiyan vedidizin ji wan civakan ku divê ew agahî bi xwe beşek ji arşîva wan a civakî bin. Çê û xirabên wan, neyar û dostên wan ji wan tên xefkirin, li şûna wê dîmen û bîreke kêm ji wan re tê hiştin ku gelek alî dikarin pê bilizîn û wê tehrîf bikin.
Arşîvên dewleta împeryal a Brîtanî ji ber vê yekê ji bo gelek miletên nîv-kolonî, kevne-kolonî û yên din ên îro hîna mexdûrên siyaseta împeryal a Brîtanyayê ne, gelekî girîng in. Ev berhema li jor min behsa wê kir di vî warî de her xwediyê vê girîngiyê ye. Lê belê divê kurd di xwendina van belgeyan de hişyar bin: ev belge bêalî nîn in, di asta herî jor de subjektîf in û ji bo xizmetkirina Brîtanyaya Împeryal hatine nivîsîn. Bi ser de jî divê neyê jibîrkirin ku bi destûra heman hêza desthilatdariyê li raya giştî hatine eşkerekirin. Pirsgirêkeke din jî ew e em ê halê hazir nizanibin ka çiqas ji belgeyên bi rastî heyî li raya giştî vekirîne.
Bi hişyarî û baldariya li jor min behsa wê kir, mirov dikare hem belgeyên di van arşîvan de veguherîna beşek ji arşîva kurdan, hem jî dikare dîroka xwe bi awirekî din û bi şîroveyeke din li ber xwe deyne, pêwîst be xwendineke nû a dîroka xwe bike.
guldive@yahoo.fr
28.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Arşîv û civak" bû, me guhart.