logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. (Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...
  2. Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt
  3. Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî
  4. Du karîkatur...
  5. 'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin
news-details

Demîrtaş: Bi zagonên Kenan Evren têkoşîna li hemberî derbeyê nabe

  • Dîrok: 23/07/2016
  • Beş: Nûçe

STENBOL 

Hevserokê Selahattin Demirtaş di mîtînga HDP'ê ya bi sernavê "Ji derbeyê re na, demokrasî a niha" ku li Parka Gazî ya Stenbolê li dar ket de axivî. Di mîtînga bi hezaran kes beşdar bûn de Demîrtaş got: "Li dijî derbeyê bi zagonên Kenan Evren têkoşîn nayê dayîn." Demîrtaş xwest pêşî li hevdîtinên ligel Ocalan bê vekirin

Vaye ji axaftina Demîrtaş hin not:

- Li hemberî derbeya leşkerî derketin demokratbûn e, lê ev bi tenê demokratbûna we nîşan nade. Piştî hewldana derbeyê hat rawestandin û piştre helwesta ku we daniye holê rastiya we ya demokratbûyînê nîşan dide. Çepgir jî û rastgir jî li hemberî derbeyê derketin. Hûn demokrat in an na, dê pratîka we nîşan bide."

'MGK'ê biterikînin'

- Dema sedema derbeyê em nîqaş nekin, dê dîsa ev hewldana derbeyê derkeve holê. Ya ku niha ev desthilatdarî qebûl nake jî ev e. Cihên ku hûn ji Zagona Bingehîn a Kenan Evren xwe rizgar bikin, hûn darêzê dixin destê xwe. Hûn civîna MGK'ê pêk tînin, ji xwe ev amûra derbeyê ye. An ev belengazî ye an jî li ser hişên xwe çûyî ye. Hûn dixwazin bi derbeyê re têkoşînê bidin, di serî de MGK'ê terk bikin. We 14 salan derbekar di pêsîra xwe de xwedî kirin.

'Rewşa Awarte amûra derbekaran e'

- Rewşa Awarte amûrekî hişmendiya derbeyê ye. Tu bi anîna Rewşa Awarte re li hemberî hewldana derbeyê têkoşîneke çawa didî meşandin? Wan derbe pêk baniya dê Rewşa Awarte îlan bikira, dê îşkence pêk bianiya, dê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ji holê rakira. Ev jî heman tiştî dikin. Bi vê rêbazê bi derbeyê re têkoşîn tê dayîn? Têkoşîna li dijî derbeyê bi hiqûqê pêkan e.

- Li dijî darbeyê û cuntayê bi pêkanînên paşverû têkoşîn nayê kirin. Bi uslubên ku civakê ji hev dûr dixe têkoşîn nayê dayîn. Ger vê civakê dest dabin hev werin em vê bikin fersend. Demokrasî û azadiyan pêş bixin. Divê li pey hesabên erzan û qurnaziyan neçin.

'Li Cizîr û Sûrê li hemberî tankan em sekinîn'

- Binêrin kesên tang û topên we şandin Cizîrê, Şirnexê bikar dinanîn derbekar derketin. Kî ew şandin? Davutoglu tê bîra we? Ewê bi peymana 4C ji kar girtin. Serokomar çi digot? 'Bi dûr ve gule berdin û hemû bajar xira bikin' Me çi dikir, em li pêş tangan disekinîn. Li hemberî tangên ev derbekaran li Cizîrê, li Sûrê em pêşî lê derketin. Dema em li pêş tangan disekinîn ev general leheng bûn, em xayîn bûn. Hê çend meh berê bû.

- Di guhê Erdogan de digotin, 'bi tang û topan emê wan biqedînin'. Me digot 'welat gav bi gav ber bi talûkeyê ve diçe', we guh neda. We tang bi ser me de şandin. Mehek berê dema ev gel daket qadan we tasek av bê pere neda wan, we av bişid bêpere bi ser wan de dirijand. Kesî lêborîn xwest? Ji bo Gulen ev li meydanan digiriyan. Ji bo em ne li qada siyasetê bin her tişt dikirin.


'Me got guh nedan me'

- Ji bo em û derbe rûberî hev bibin em mecbûr in van bînin ziman. Serokomarê welat û rêveber divê derkevin pêşberî gel û xwerexneyî bidin. Divê bibêjin 'Me ew anîn vê derê'. Yên herî zêde deng girtin me nekirin rektor, yên xwestin bi zor anîn ser zanîngehan. Niha jî wan digirin bin çavan. Yên ku ji Fettullah Gulen dia nedigirtin nedikirin dozger û dadger. Ma me ew roj ji bîr kirin. Herî hindik deh caran min ev anîn ziman. Min got 'Hûn me tewqîf dikin lê ev li hemberî we derbeyê çêdikin.' Ocalanî ew qas qal kir mû bi zimanê wî ve hat.

- Li qadan ji ber hestiyarî dikare mirov îdamê bixwazin, tu ka guh bide beşa din, beşa din aştî, muzakere dixwaze. Tuyê guh nedî kesên serê DAIŞ'ê li wan e. Tuyê neyê provakasyonan. CHP'yî, MHP'yî, HDP'yiyên derdikevin kuçeyan di anîna ziman a fikrên xwe de azad in. Çawa duh hûn ketin milê Cemaetparêzan û hûn hatin heta vir, îro jî gere AKP'yî hay ji DAIŞ'iyan hebin.

Pêşî li Ocalan vekin

- Gel ji we aştiyê dixwaze. Ji dêvla hûn pêşiya hevdîtinên ligel Ocalan bigirin pêşî lê vekin. Gere em firsendek nû ji bo demokrasiyê vekin. Bi axaftinê, ji nû ve vegera pêvajoya çareseriyê em dikarin diyalogê saz bikin. Her kes mecbûr e careke din pêşketinan bîne ser maseyê.

'Bi zagonên Kenan Evran nabe'

- Divê Rewşa Awarte neyê dirêjkirin. Ger we Rewşa Awarte ji bo dewletê ragihandiye, ji bo gel jî aştî û demokrasiyê ragihÎnin em ji we bawer bin. Ger kuçe tenê ji bo desthilatdarî bêne vekirin li vir nejidilbûnek heye. Ger hûn wisa bikin wê çaxê yên li dijî derbeyê ne, yên li dijî Qesrê ne jî dê derkevin qadan. Bi gotine 'Ez li dijî derbekaran têdikoşim' tu hezkiriyên cemaetê mexdûr bikî ev dê şaşî be. Îhtîmal e bi zordariyek giştî bi ser çapemenî û weşanê de biçin. Li hemberî vê divê baldarî hebe. Dema binçavkirinê derxistine 30 rojan, ev bi xwe îşkence ye. Bi zagonên Kenan Evren mirov nikare li hemberî derbekaran bitêkoşe. Divê di cih de dest ji vê yekê bê berdan.

'Hurşît Kulter li ku ye?'

Li Cizîr, Sûr, Nisêbînê sûcên hatine kirin bi destê kîjan siyasetmedarî hatin kirin diyar e. We ew bajar xira kirin, wêran kirin. We 40 hezar derbekar di şevek de dîtin lê li Şirnexê hevalê Hurşît Kulter bi heman e we nedît.

- Werin em di hevdîtineke civakî de bên ba hev. Em rêya bêçekirina pirsgirêka kurd bibînin. Werim em azadiyê bidin kedkar, karkerên vî welatî. Werin em vê bikin û em ji bo hemû dinyayê qal bikin ku li vir dê derbe çênebin.

- Her kesê azadiyê bixwaze divê em mil bi mil ligel bimeşin. Em li Îzmîrê, Amedê derkevin kuçeyan û bi vê mafên xwe bi dest bixin. Tu pirsgirêka me li hemberî kesên dengên xwe dane AKP'ê nîn e. Ji AKP'yiyan cudahiya me heye. Ew tenê dixwaze AKP'ê biparêze, em dixwazin hemû Tirkiyeyê biparêzin.


Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 05 2023

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

news
  • 24 05 2023

Med-Derê ji bo belgedayînan şahî li dar xist

news
  • 23 05 2023

Cîgerê Serokê Amed Sporê hat girtin (Hat nûkirin)

news
  • 22 05 2023

Carek din êrîşê gora Jîna Emînî kirin

news
  • 21 05 2023

Çalakiya ji bo ziman: Xebatên li Ewropayê hatin nîqaşkirin

news
  • 20 05 2023

Iraq dixwaze dora Kampa Mexmûrê dorpêç bike

Nivîsên Nû
news

Kurdî go beşkê serê lingan vinderê?

  • Cemîl Andok
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Mîrza Ronî
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
news

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Tirsa Asê

ad

Dengê Radyo Karacadagê birîn

ad

Evdile Koçer beşdarî TUYAP'ê dibe

ad

Ryan Giggs bû berpirsê tîma neteweyî

ad

HDP: Berî qedexe rabe qet encaman belav nekin!

ad

BDP û KCD'ê heyet şand Wanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

  • 28 05 2023
news

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

  • 27 05 2023
news

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

  • 27 05 2023
news

Du karîkatur...

  • 27 05 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname