GELAWÊJ EWRÎN
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di rojevê de ye. Ji bo kîjan hêz beşdar bin, gelek nîqaş û nakokî hene. Ji bo di siyaseta Rojhilata Navîn de her kes cihê wê hebe, dixwaze para wê di Mûsilê de hebe. Mûsil wekî dilê birîndar ê Rojhilata Navîn e ku ji bo gelek hêzan xwedî girîngiyek zêde ye. Di ayenedeya Mûsilê de şer û nakokiya kûr a Şîe û Suniyan heye ku ji niha ve her du blok, nexşeyên xwe li ser erdê xêz dikin. Di rewşekî ku hêzên kurdî yek bin û nebin aliyên her du blokan, wê demê ji kûrnekirina şerê di nabera Şîe û Suniyan de jî nabin amûrek. Lê belê wisa xuya dike ku hinek aliyên kurd jî pişta xwe didin dewletan û bi awayekî di nava blokên şerê mezhebî de cih digirin. Wê rê li ber çi karesatê veke, xuyaye, ji bo wê behsa wê nakim. Mijara dixwazim balê bikişînim ser îmzekirina peymana di navbera PDK û DYA di roja 12’ê tîrmeha 2016'an de ye. Di serî de Amerîka û PDK serî li rêbazên gelekî ne qanûnî û derveyî yasayên Herêma Kurdistanê didin. Amerîka çima îradeya hikumet û parlamentoyekî ji nedîtî ve tê û tenê bi partiyekî re li ser çarenûsa herî girîng a vî welatî protokolê îmze dike. Amerîka çima dixwaze bi PDK’ê re li ser pêşmergeyan li hev bike, yan jî bi gotinek din pêşmergeyan bi pere bikire? Di esasa vê lihevkirinê de hinek tişt hene ku divê mirov behs bike. Di serî de Amerîka û Iraq li ser vê yekê ku destûr nedin Tirkiye beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, lihevkirine. Jixwe haya Iraqê ji vê lihevkirinê heye, lê ya partiyên siyasî yên din li Başûrê Kurdistanê ne û şirîkê hikumetê ne ji mijarê nîn e. Amerîka dixwaze hemû behaneyên PDK’ê yên ku Tirkiyê jî pêwîste tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, ji holê rake. Lê kê dizane, dibe ku PDK û Tirkiyê hesabê vê yekê jî kirine!
Ya herî balkêş di bin navê ku lihevkirinek leşkerî ye, divê veşartî bimîne, bi tu awayî naveroka wê ji raya giştî re bi temamî nehatiye eşkerekirin. Em bi gelek parlamenter û aliyan re axivîn, haya wan ji naveroka lihevkirinê nîn e. Tenê her kes dizane ku wê Amerîka nêzî 415 mîlyon dolar bide hêzên pêşmerge. Her çend Sekreterê hêzên pêşmerge diyar kir ku wê pereyê hatî diyarkirin, ji wezareta darayî re were dayîn, paşê wezareta darayî wan pereyan bide wezareta pêşmergeyan. Di gotinên sefîrê Amerîka yê li Hewlêrê de jî derket holê ku baweriya wan zêde bi hêzên pêşmerge nîn e ku pere bidin sazî û wezaretekî. Tişta ku derdikeve holê ew e ku jixwe di holê de tiştek bi navê wezareta pêşmerge nîn e û nemaye. Ji ber ku wezîrê pêşmerge yê Goran, Mistefa Seyîd Qadir e. Bi darbeya PDK’ê ji erka xwe hat dûrxistin. Niha PDK’ê wezîrê Hundir ê xwe, Kerîm Sincarî bi wekalet kiriye Wezîrê Wezareta Pêşmergeyan jî. Jixwe ew wezîrê ne rewa jî di wê lihevkirinê de amade bû. Biryarên ji bo şer û peymanên ew qas girîng di serî de di parlamentoyan de tên nîqaşkirin. Lê belê ji ber li vî welatî ji serî heta binî, hemû sazî ji xwe re derveyî qanûnan tevdigerin, gelek peyman di bin maseyan û li ser maseyan tên îmzekirin. Balkêş e ku aliyên din nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan dan, lê belê dîsa jî gotin, tişt nabe, ma dinya xira nebûye, Amerîka ye dikare her tiştî bike, li gor kêfa dilê xwe ye. Lihevkirin ji asta wezaret û hikumetê wêdetir, di asta partiyek siyasî ya Başûrê Kurdistanê de bû. Parlamenterekî YNK’ê digot; Amerîka dixwaze pêşmergeyan wekî siwariyên Hemîdiyê bikar bîne, bikire, pê şerê xwe bike û paşê deyne aliyekî. Rast e! Pêşmergeyên YNK’ê di vê çarçoveyê de ne, yan na, ne diyar e. Ya din jî Amerîka pereyan radestî wezaret û tiştên wisa nake, çawa operasyon destpêkir, wê ji xwarina pêşmergeyan bigire heta cebilxaneya wan, bixwe ya pêwîst bike. Ev pere yan jî tiştên ji pêşmergeyan re jî tê dayîn, heta ku operasyon bi dawî bibe, ye. Yanî Amerîka pêşmergeyên PDK’ê ji bo li gorî stratejiya wê tevlî şer bibe, kirê dike. Pêşmerge wekî hêzek kurdî û serbixwe tevlî nabin, wê di bin kontrola Iraq û Amerîka de bin. Êdî nîqaşên vê yekê di navbera aliyên kurd li Başûrê wê derbikeve, ez tevlî bibim, tu tevlî bibe û destpêka kirîzek nû ya leşkerî beriya operasyona rizgarkirina Mûsilê...
18.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


