logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. (Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...
  2. Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt
  3. Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî
  4. Du karîkatur...
  5. 'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin
news-details

Şanoya Îran û PDK´ê

  • Dîrok: 04/07/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

GELAWÊJ EWRÎN

Hebûna her hêzek dagirker li ser xaka Kurdistanê di bin navê çi dibe bila bibe ji bo parçekirina yekîtiya di navbera Kurdan de ye. Em di serdemek wisa de ne ku, her hêza Kurdî bi sipartina bi hêzek dagirker şansê wê yê jiyanê nîne. Tiştên balkêş di van demên dawî de qewimî ku nabe mirov di ber re bi hêsanî derbas be. Sala par di van deman de hêzên Partiya Demokrata Kurdistan-Îran di encama dek û dolabên PDK’ê de bê ku destûr bixwazin, bê ku hişyar bikin, bi carekî çûn û di herêmên parastina Medya yên gerîla de bicih bûn. Ew hêzek Kurdî bû, hesasiyetên derneketina şerê birakujî di holê de hebû. Naxwe ketina hêzek din di qadeke leşkerî ya hêzek din de tê wateya şer û îlankirina şer. Bûyer bê ku kûr bibe û bigihêje armanca xwe ya qirêj bidawî bû. Pêşmergeyên li wir yên PDK-Î bixwe li xwe mukir hatin ku fermandarên wan bi zorê ew şandine wir û ji wan xwestine ku ger pêwîst bike hûnê şer bikin û li wir bicih bibin. Kurdistan xaka her kesî û ya herî girîng her tevgerek şoreşgerî ku bi rastî niyeta wê ya têkoşîn û şerê bi dagirkeran re hebe, ew reşika çavê xelkê Kurdistanê ye. Di vê de guman nîne û ji bo xelkê Kurd hatiye îspatkirin ka kê têkoşîna rast li hember dagirkeriyê dike. Jixwe fitne, fesadî û planên veşartî yên PDK ku Kurdan ber bi şerê birakujî ve bibe û PKK di rewşek zehmet de bihêle vala derket. 

Wer xuya dike ku sendromek duyemîn a PDK’ê dest pê dike. Hêza leşkerî ya her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn, bi salan di bin siya Herêma Kurdistanê û hinek hêzên din de xwe dane bikaranîn. Parçe bûn, bihev ketin û ji kevneşopiya xwe ya têkoşîna bi salan a ku di berdêla xwîna bi hezaran şehîdan de hatibû avakirin, dûr ketin. Wek ku ev jî têrê neke, vê carê li hemberî hêzek Kurdî jî bi destê derve tên bikaranîn. Li gorî kêfa dilê rêveberiyên Kurdî yên ku di bin siya wan de jiyan dikin, tevgeriyan û tevdigerin sed heyf û mixabin. PDK û çapemeniya wê bi carekî wek ku şoreşek li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye, PDK-Î ketiye Rojhilat û bi gotina wan şerê çekdarî daye destpêkirin, xwest raya giştî bixapîne. Ji xwe ya herî balkêş û ecêb ji her kesî re ewe ku xêr e çapemeniya PDK ewqas bûye heyran û alîgirê têkoşînek çekdarî û azadiyê li Rojhilat. Ji ber rûyê rast ê PDK ji mêj ve ji bo xelkê Rojhilat eşkere bûye û çi jî bike xelk pê bawer nake. Her kesî fam kir ku di bin tasekê de nîvtasek heye. Bûyer wer bi lez çêbû ku mirov di cih de fam kir ku senaryoyeke. Hêzên PDK-Î carekî li gundek Mihabadê de derketin, hêzên Sipah bi ser wan de girt û hemû şehîd kir. Paşê roja piştî wê Îranê herêmên Hacî Omran û Sîdeka topbaran kir. Sivîl birîndar bûn û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi lez daxuyaniyek şermezariyê weşand, lê ne tenê ji bo Îranê, ji bo kes vê senaryoyê fam neke, Tirkiye jî xiste nav. Û ji bo dilê wan welatan xweş bike û bêje ev senaryo ye, tevgerên Kurdî jî şermezar û hişyar kir ku li dijî welatên cîran tiştekî nekin. 

Tirkiye bi salane li Herêma Kurdistanê xwedî tank û topan û berê wan li ser xelkê sivîl û xaka Kurdistanê ye. Her roj herî kêm qadeke Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Bi dehan xelkê sivîl ji ber van bombebaranan şehîd û birîndar bûn. Bi sedan xelk ji cih û warê xwe bûn. Îran jî her wisa, ji 2006’an ve heta 2013’an gelek caran xaka Başûr topbaran kir. Lê rojek tenê rojek li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezariyek nebû. Xêr bû vê carê hikûmeta Herêma Kurdistanê ewqas bi lez û bez Îran û Tirkiye şermezar kirin. Di serî de PDK dixwaze bi vî awayî YNK’ê tengav bike ku serî li hember polîtîkayên wê dayne. Ya din jî di demeke ku şoreş li Rojhilat destpê bike, pêşî li vê bigire, hinek hêzên derveyî PJAK û KODAR’ê, yên marjînalbûyî û pêve girêdayî li Rojhilat bicih bike. Tirsa ji wê ku tiştên li Rojava bûye, dubare nebe. PDK wek AKP dixwaze xwe ji rewşa heyî xilas bike, Kurdan berde pêsîra hev û bixwe xeyala Kurdistana serbixwe pêk bîne. PDK ji bo hêzên Kurdî parçe bike ji bo siyaseta dagirkeran pêk were her tiştî dike û wê bike. Îran û PDK’ê ji zivistanê ve ku wezîrê Îtilaatê hat Hewlêrê ev seneryo nivîsandin û niha jî şanoya wê dilîzin.

04.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Kurdî go beşkê serê lingan vinderê?

  • Cemîl Andok
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Mîrza Ronî
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
news

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Berendamên CHP'ê yên ji bo Stenbol û Enqereyê diyar bûn

ad

Serokê Partiya Çep a Alman: Nahêlin em herin serdana Demîrtaş

ad

Hatip Dicle: Ger guleyek biteqe Erdogan li cihê xwe namîne

ad

Ji Azad Zal pirtûkek helbestan

ad

Ji bo 30 saliya 'Arabesk' konser û nîşandayînek taybet

ad

Gule bera rêveberê ÎHD’ê dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

  • 28 05 2023
news

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

  • 27 05 2023
news

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

  • 27 05 2023
news

Du karîkatur...

  • 27 05 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname