Li Sûriyeyê rejîma Baasê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê êrîşê gel kirin. Li ser bersivdayîna hêzên asayîşê pevçûn derketin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hêzên rejîma Baasê û komên girêdayî wê yên paramîlîter seat di 21.30'an de li bajarê Hesekê yê Federasyona Bakûrê Suriyeyê, êrîşê gel kirin. Hate zanîn ku hêzên rejîmê êrîşê bendên kontrolê yên asayîşa Federasyona Bakûrê Sûriyeyê yên li nezî Salona Riyad ya Sporê, Kolana Semara, Kolana Qamişlo û Sûka Bajar kirine. Hate daxuyandin ku li ser bersivdayîna hêzên asayîşê pevçûn derketine û şer didome.


