logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. Di Edebiyatê De Jin
  3. Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'
  4. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin
  5. Ji êrîşa ser xwe dê pirtûkek amade bike
news-details

Bişîrove û Bêşîrove

  • Dîrok: 24/04/2009
  • Beş: Serbest

Behlûl Zelal

Bişavtin. Bişavtina rih, nirx, çand, tore û ziman. Gelo ev têgeh û kirû ji hev cuda ne, yan bi hev re girêdayî ne? Di pêvajoya bişavtinê de kîjan kirû derdikeve pêş? Gelo bişavtin bi çi awayî û ji ber çi sedaman pêk tê?
Gelo ji ber ku zimanê tê bişavtin pir lawaz e yan zimanê serdest pir karîger û lebatî ye? Çima û bi çi riyê bişavtin pêk tê? Bi rastî ev pirs, yek bi yek, hemû hêjayî lêkolîn û lêgerînê ne.
Rastiyên jiyanê pir tazî û xedar in. Û gelekî bêwijdan in jî. Valahiyê jî bernadin. Pêdivî jî, bi tena serê xwe rewşa zimanekî diyar dikin. Bi ser van hemûyan jî ku kesên gelê bindest, bi çavekî mezin li serdestên xwe û bi çavekî biçûk li xwe û zimanê xwe binihêrin kambaxî  sergihayî dibe. Di rewişt, helwest û tevgeran de, ev derûniya mirovan (gelan) pir girîng e. Ku wisa be, kesê bindest ji aliyekê ve ji nirx, çand û zimanê xwe direve, li aliyê din jî, ji ber ku zimanê serdest pir mezin / bilind dibîne çi qasî bixwaze û hewl bide jî, bi tekûzî nikare fêrî wî zimanê serdest jî bibe. Bi rastî rewşa kurdan - asta wan a kurdî û tirkî- mixabin, îro ev e. Nola ku mirovek hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê dûr bimîne. Ji ber vê yekê, zarokên kurdan fêrî tirkiyeke xweşik (rast) nabin û kurdiya wan jî bi qasî nîvê tirkiya wan nayê.
Lowma zimanê fêrbûnê, zimanê perwerdehî û debarê, her tim serdestê zimanê bindest e. Û jixwe ew kambaxî –bişavtin- jî bi vî awayî pêk tê. Lê ma gelo di hin rewşên taybet de, hinekî bandora nêtê jî nîn e? Ku ligel her zehmetiyê mirov bikaribin, hin tiştan biguherînin. Rê li ber hin tiştên neyînî bigrin. Erê, em dizanin ku diz, diz e û jixwe tawanbarê mezin ew e lê ma sûcê xwediyê malê qet  nîn e?
Heta em zimanê xelkê mezintir, bilindtir, xweşiktir, çêtir, birûmetir bibînin; em bi awayekî bi rêk û pêk zimanê wan jî fêr nabin, zimanê xwe jî fêr nabin. Û heta deriyê me li piştê vekirî be, dê mala me jî li ber talanê be.
Ez dixwazim bi çand mînakan balê bikşînim ser mijarê.
1. Li welatekî Ewropa, ez tûşî mirovekî kurd hatim. Kurdekî êzîdî. Vî mirovê delal bi xwe hisiyabû ku çi bi serê wî hatiye û gazinên xwe wisa dikir: “Ez li Tirkiyeyê, pênc salan çûm dibistanê û heta şazdeh saliya xwe li Tirkiyeyê jiyam lê ez fêrî tirkî nebûm. Lê piştî ku ez hatim Almanyayê, ez di komeleyên kurdan de xebitîm. Kurd, di van komeleyan de, ez fêrî tirkî kirim.
2. Xweha min bi pismamê min ê ku li Bajarê Qamişlo ji dayik bû û li wir mezin bûye re zewicî. Wî li binxetê dibistan jî xwendibû. Piştî zewacê hatin ku li gundê me yê bi navçeya Midyadê ve girêdayî ye bi cih bûn. Pîrka min ji zava û pismamê min ê ku bi tirkî nizane re wiha digot: “Tu bi qasî kerekî yî. Bi saloxa tu çûyî dibistanê jî û tu peyveke bi tirkî nizanî. Ez heyvekê çûm Îzmîtê, ez li wê derê  ferî ‘xoş geldin û gule gule’ (Tu xêr hatî û oxir be) bûm. Ê te tu nizanî peyvekê jî. Ma tu jî zilam î ?”
3. Em li bajarekî Almanya, li Îstgeha trenê di rêza kirîna bilêtê de bûn. Ji ber ku em ser-reş bûn, du jinên ciwan por-reş hatin cem me û bi tirkiyeke qermiçî pirsa “bê gelo bilêt çawa tê kirîn” Ji me kirin. Berî vê pirsê ji me pirsîn gelo em tirk in. Me got na, em kurd in. Wan jî got, em jî kurd in. Pirs li pey pirsê hat: Em ji heman bajarî jî bûn. Min got, çima we bi kurdî nepirsî, we bi tirkî pirsî? Got hişê me û zimanê me diçe ser tirkî. Ligel ku ew gelek sal bûn ku ji Tirkiyeyê bi dûr ketibûn jî bi me re û bi zaroka xwe ya  sê-çar salî re, bi tirkî diaxivîn.
4. Me li ser navê Egitim-Sena Amedê pêşbirka çîrokan bi zimanê kurdî û tirkî li dar xistibû. Çîrokeke ku gihabû ber destê me, bi rastî pir balkêş bû. Mirovekî kurd, ji binxetê ku berî tevî tevgera kurdan bibe, tenê peyvekê jî bi tirkî nizanîbû û niha li girtîgeheke Tirkiyeyê bû,  bi zimanê tirkî çîrokek nivîsandibû û beşdarî pêşbirka çîrokan bûbû.

 

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 03 06 2023

Di Edebiyatê De Jin

news
  • 30 05 2023

Li ser '101 Romanên Kurdî'

news
  • 30 05 2023

Tabloyên ji Rojava

news
  • 18 05 2023

Xwendineke mîna pêşwazîkirinê

news
  • 12 05 2023

Berpirsên tenduristiya me: Hemşîre

news
  • 10 05 2023

Têkiliya Edebiyat û Dîrokê

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

‘Vegera kobaniyiyan trawma ye, gere ev bê çareserkirin’

ad

ARAF dikeve vîzyonê

ad

Ji duh heta îro stranên muxalîf li benda we ne

ad

Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin

ad

TÊBINIYÊN SEMPOZYÛMA ZIMAN

ad

Li navenda giştî ya HDP’ê karbeşiya nû çêbû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023
news

Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

  • 02 06 2023
news

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

  • 02 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname