Diyarname
Yek ji nifşê 68'an, hozanê navdar Aşiq Îhsanî (Îhsan Sarlioglu) jiyana xwe ji dest da.
Sirlioglu ki di nav gel de wekî Aşiq Îhsanî tê nasîn ji Amedê ye û pêr ji ber xwînjêçûna mejiyê rakiribûn nexweşxaneyê. Îhsanî îro jiyana xwe ji dest da.
Îhsanî di sala 1932'yan de li Amedê hatiye dinê. Di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Di 17 saliya xwe de tê Stebolê li gundê Mîmansinana Buyukçekmeceya Stenbolê li cihê madenê dixebite. Îhsanî stranên xwe jibo Gullişahê dibêje. Rojekê dibêjin "Me Gulluşaha te dît." Her çiqas ew ne Gulluşaha Îhsanî be jî ew pêre dizewice û ew her du bi hev re bajar bi bajar digerin, stranan distrên. Di sala 1958'an de wî vedixwînin Bernameya Yurttan Sesler a Radyoya Enqereyê û ew li wê derê hefteyê carekê bi hev re stranên distrên.
Di vê navberê de bi Celal Bayar û Adnan Menderes re hevnasîna wî çêdibe, derdikeve mîtîngên DP' (Partiya Demokrat) û ew strana "Evvel Allah sonra Demokrat Parti” (Pêşî Xwedê dûre Partiya Demokrat) çêdike. Di 51'emîn salvegera TRT'ê de bi lezgînî tevî rîye wî yê dirêj wî derdixin ser dikê. Serokwezîr Fahri Ozdilek naecibîne û diqîne, "Wî komunîstî ji wir biqewirînin bavêjin" û bi vê yekê re wî dibin qereqolê.
Aqiq Îhsanî bi avabûna Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) re nêzî tevgera çepgir dibe. Dûre li ser çepgiriyê helbestan dinivîse.
Di 22'yê sermaweza 1967'an de di Mîtinga Kibrisê de tevî Deniz Gezmiş ala Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dişewitîne.
Pirtûkên wî:
Aşik İhsani'nin Hayat Hikayesi ve Şiirleri (1960)
Agali Dunya 2 cilt (1964-1965)
Yazacagim (1966)
Bakalim Hele (1967)
Ozan Dolu Anadolu (Gezi, 1973)
Bak Tarlanin Taşina (1974)
Vur Aganin Başina (1975)
Dunden Bugune Aşik İhsani (1976)
Beyaz Kole (1985)
Duş Degil Bu (1993)
Biçak Kemikte (2002)
Têbinî: Agahiyên li ser jiyana Îhsanî ji Wikipediaya tirkî hatine girtin