Diyarname
Her sal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç bi navê xwe yê li nav kurdîhezan Apê Feqî didin kes an saziyek ku ji bo kurdî ked daye. Îsal vê xelatê didin Zarok TV.
Apê Feqî di sala 1926'an de hatibû dinê û di jiyana xwe de gelek ji bo kurdî ked dabû. Ew yek ji welatparêzên kurd û bi salan yek ji rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû. Apê Feqî di 12'yê adara 2003'yan de wefat. Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2005'an de biryar girt ku li ser navê wî Xelata Ziman bide kes an saziyên ku ji bo zimanê kurdî kedek mezin daye/dane. Enstîtu ji wê salê ve xelatê eşkere dike û di salvegera Apê Feqî de dide ku di van salên dawî de di salvegera avakirina Enstîtuyê de bi şevek hem xelat dida hem avakirina enstîtu pîroz dikir. Îsal ji ber rewşa li Bakur Enstîtuyê şev li dar nexist û xelatdayîna li ser navê Apê Feqî jî hişt ji bo Rojên Zimanê Kurdî. Rojên Zimanê Kurdî ku di navbera rojên 14-15-16'yê gulanê de têne lidar xistin li gelek bajaran ji bo vê yekê çalakî têne lidarxistin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di vê çarçoveyê de dê hem ji bo pîrozbahiya Roja Ziman hem jî ji bo dayîna xelatê şevek li dar bixe. Li gor agahiyên ku me ji Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan girtin ji bo ew kedek mezin ji bo zarokan dide dê xelatê wekî sazî bidin Zarok TV.
Zarok TV ku di 21'ê adara 2015'an de dest bi weşanê kir ev salek e bi du zaravayên kurdî (kurmancî û kirmanckî) ji bo zarokên kurd weşanê dike. Enstîtu niha vê xebata girîng a ji bo zarokan li ser navê Apê Feqî xelat dike.
Şeva xelatdayînê û çalakiya ji bo Roja Ziman a Enstîtuyê dê roja 16'ê mehê li Taksim Hill Otelê li dar bikeve.
Kes û saziyên ku heta niha Xelata Ziman a Apê Feqî Huseyîn Sagniç girtine ev in:
2005: Ziman Zana Farqînî
2006: Nivîskar Malmîsanij
2007: Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş
2008: Rojnameya Azadiya Welat
2009: Rewşenbîrê kurd Ahmet Turk
2010: Helbestvan Kawa Nemir
2011: Siyasetmedar Hatîp Dîcle
2012: Helbestvan û nivîskar Mulazim Ozcan
2013: Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya li rojavayê Kurdistanê
2014: Zimanzan Ronahî Oner
2015: Xwedî û edîtorê kovar û weşanên Nûbiharê Suleyman Çevîk
2016: Zarok TV
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


