Necîbe Qeredaxî
Ev zêdetirî 50 salan e ku başûrê Kurdistanê di nava kêşmekêşiyekê de ye ku nekariye rêbertiyeke şoreşger û guhertinxwaz derxe holê. Ev ne tenê girêdayî destwerdanên derve ye yên bi destê hêzên navneteweyî û herêmî. Rasterast girêdayî zêhniyeta ku qîma xwe qet bi hêza gelê xwe û dinamîzmên civakê nayîne. Ev tablo, di van rojên dawî de êdî di asta herî jor de dixuye. Heger yên wer bawer dikin ku faktora hêza derveyî li ser herêmê bandora xwe zêde ye, bila li rojavayê Kurdistanê binêrê û bersivê bide. Yên mîna wan xwe ji lêpirsîna rewşa heyî rizgar dikin û dikarin ji bo neguhertinê şerê DAIŞ´ê bikin bahane û bi ser de jî avabûna Dewleta Kurdî bi xelkê hejar û birçî bifiroşin û wan bêdeng bikin. Ji ber ku li Başûr êdî bi rewşa nû ya rojavayê Kurdistanê û qonaxa şoreşê de ev bahane bê wate bûne û gel bi zelalî rewşa heyî dixe ber lêpirsînê. Mirov dikarê li pêdiviya herî sade ku elektrîk e mînak bide. Kobanî 5 mehan di nava şerekî kavilkar de bû, kevir li ser kevir nema, her tişt serûbin bû. Lê piştî demeke kin niha herî kêm rojane 20 saet elektrîk hatiye temînkirin, lê piştî 25 salên xwe birêvebirinê li başûrê Kurdistanê Hikumet nikare rojane 5 saet elektrîkê temîn bike, nexasim li ser erdêkî ku ser û binê wî mişt gaz û petrol e. Ev eşkere pirsgirêka wê zêhniyetê nîşan dide ku civakê bi rê ve dibe.
Lê çi ye ev kêşmekêş û çima derbasî qonaxeke nû nabe? Başûrê Kurdistanê bi kurt û kurmancî bi ser 2 herêmên ku jê re dibêjin kesk û zer hatiye parvekirin, di navbera 2 desthilatdarên wekî YNK û PDK de, pê re jî medya, petrol, şîrket, rêvebirî û her tişt, hema hert tişt hatiye parvekirin. Tenê li ser tiştêkî li hev nakin û car û bar li hev dikevin; ew jî desthilatdarî û pere ye, ne tiştêkî din e. Ji civîna qewtandina Hemze Abdullah û grupa polît buroya PDK´ê ku paşî bû dendikê avabûna YNK´ê û şûn ve, ev hevsengî nehatiye guhertin. Ew dem jî rêberê PDK´ê Mela Mustefa got: “Ez programê nas nakim, ez dikarim biqetînim û yeke din binvîsim” heman zêhniyeta ku di sala 2015´an de got, ez peyrew û program û îradeya Parlemanê nas nakim û derba xwe li hemberî Parlemanê kir.
Tenê tiştek hatiye guhertin, ew jî ew e ku hejmarek ji hêzên mixalefetê ye ku her du partiyên desthilatdar hem li ser tepisandina wan, parçekirina wan û car caran jî li ser malîkirin, kirîn û firotina wan li hev dikin û cih bi cih jî rêvebirên wan tên bêdengkirin an kuştin.
“Rewşenbîrên” vê herêmê hîna ji nava pirtûkên dema Abbasî û Emewî, hinek jî ji nava pirtûkên dema Ronesansa Ewropayê derneketine. Gotinek heye li Başûr dibêjin: “Gotinên te dema neyên fêmkirin baştir e, ji ber ku hingê civak dizane tu rewşenbîr î” ev zimanê Ezop, di axaftinê de tenê bi xwe fêm dikin. Ji bo ku ji partiyên desthiladar re bibêjin diz in û mafiya ne, hezar pêç û dewir didin. Gotinên xwe dibêjin ji ber her gotinek berpirsyariyeke xwe heye û xelk wê bipirsê, hûn li ku dera vê talankirinê ne. Jixwe hin ji wan jî di çapemeniyên ku bi pereyên dizî yên petrolê û bi qûtên gel dinivîsin, lê dema ji wan re bibêjî ´Mamosta´ tu wan tiştan dinivîsî, lê haya te jê heye ka tu li ku derê dinivîsî: “Dibêje ma em çawa bijîn, qûtê me li ser pereyê nivîsên me ye.”
Di nava vê atmosfêra madî û bi kapîtalkirî de gel wê çawa nefesê bigire? Mîna yekî di programeke de got, “Ma tang û topên me hene, em biçin ser parlemanê û hikumetê, xwedê vê zilmê qebûl nake” Îca ev gotin di salvegera Raperîna Başûr de tê gotin lê demeke nêrîna gel a li hemberî rejîma Baasê bû. Kesek din jî di heman programê de got, “Dema rêveberiya herêmê kirêya xaniyan ji sedî 20 daxist, kenê min hat, min got bavo berî tu biryarê bidî, ez jixwe 6 meh in kirê ji kiraderê xwe nagirim, wîjdanê min wekî te mirî nîn e.” Jixwe ji meha 10´ê ya sala 2015´an ve mamoste û karmendan meaşê xwe negirtine. Lê 18 TV´yên satalîtê yên PDK´ê bi pereyên kê û çawa kar dikin û bi piranî jî li hemberî şoreşa Bakur û Rojava antî-propagandayê dikin. Tişta ku were kirin ew e ku YNK biryarê bide ku guhertina li herêmê ji bo gel dixwaze û dîroka 50 salan dide rawestîn û rê li dubarebûna wê dîrokê digire yan jî careke din ji bo berjewendiyên xwe, xwe davêjê hemêza PDK´ê û xwe bi rêvebiriyekê girê dide ku hemû hêkên xwe xistine selika AKP´ê. Wa AKP jî di şexsê Erdogan de ser ber jêr diçe. Ev biryar ya YNK´ê ye, ji ber ku bûyerên Başûr bi qasî ku ji pêşketinên herêmê nayên qutkirin, ji wê zêdetir janê ji dayîkbûneke nû digevizê, YNK bi hêzên din yê demokrasîxwaz re wê bereya xwe zelal bike yan jî ber bi ya ku li hemberî demokrasiyê ye biçe? Ew qasî pirseke zelal e.
necibeqeredaxi@gmail.com
15.03.2016, Yenî Ozgur Polîtîka