Cemil Oguz
48 sal, yanê nîvê esrekî. Her sal bi heyecanek din dide sînemageran. Komeleya Rexnegirên Sînemayê (Siyad) ji wê rojê de her sal fîlmên salê hildibijêre û xelat dike. Îsal di merasima xelatdayînê de aştî jî, Sûr jî, salona Emekê jî hate rojevê.
Xelatên Siyadê wekî Oscarên Tirkiyeyê ne. Ji bo 48'emîn merasima xelatdayîna xelatên Siyadê li Navenda Çanda Şîşlî şevek hate lidarxistin. Şeva ku Tugrul Tulek pêşkêşvaniya wê kir de Tulin Ozen performansek zindî pêşkêş kir. Siyadê Ahmet Soner, Menderes Samancilar, Gulsen Tuncer û Hilmi Etikan bi xelata Rûmetê xelat kir. Ahmet Soner di dema xelatgirtinê got, em her li pişt kamerayê bûn, min nedivê li pêş bim lê ji bo Yilmaz Guney û Onat Kutlar bibîr bînim hatim vir û vê xelatê digirim. Menderes Samancilar jî got "Ez vê xelatê diyarî dayikên êşê dikişînin û zarokên di xewa xwe de têne kuştin digirim."
Cem Yilmaz renn li şevê kir
Di şeva ku Cem Yilmaz bi henekên xwe reng li şevêkir, rêveberiya Siyadê jî daxuyaniyek li ser girtina Salona Emekê xwend, got ku dozger gotiye Emeka niha hatiye çêkirin wekî orjînala wê ya dîrokî nehatiye çêkirin û lewra doz daye dest pê kirin. Wan da zanîn ku ew dê vê dozê bişopînin û gotin: "Her wiha di salona ku niha çêkirine de festîval çalakî li dar bixin emê neçin wê festîvalê, nîşandayîna ji bo çapemenî çêbe, emê neçin temaşe nekin."
Meseleya Gezî û Sûrê
Nivîskar Murathan Mungan ku ji bo xelatê bide kesê di warê senaryoyê de bi ser ketiye derket ser dikê, li ser sansurê sekinî, û dûre pirsa "Em çima ji bo çîrokên hev biyanî ne" kir û got: "Yên ku xwedî li çîrokên Gezîyê derketin çima ji bo Sûrê, çîrokên Amedê biyanî ne." Her wiha Mungan bal kişand ser girîngiya sînemayê jî û got ku sînema ji bo bi hev re jiyînê, biratî beşek girîng e.
Di şevê de derhêner Emin Alper bi fîlmê xwe mohra xwe li şevê de. Xelatên mezin wekî Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî derhêner Emîn Alpar bi fîlmê xwe "Abluka" girt. Alper jî bi kurtahî axivî û got: "Gotina di rewşa herî zehmet de em tînin ziman, dîsa bînin ziman, aştî hema niha." Xelata Lîstikvana Herî Serketî Esme Madra, Xelata Lîstikvanê Herî Serketî jî Nadir Saribacak girt.
Di şevê de ev xelat hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Abluka (Derhêner Emîn Alper)
- Derhênerê Herî Serketî: Emîn Alper
- Senaryoya Herî Serketî: Emin Alper (Abluka)
- Lîstikvana Herî Serketî: Esme Madra (Bi rola di Nefesim Kesilene Kadar)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Nadir Saribacak (Bi rola di Sarmaşik de)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Şebnem Hassanisoughi (Bi rola di Bulanti de)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Ozgur Emre Yildirim (Bi rola di Sarmaşikê de)
- Derhênerê Herî Serketî: Andres Sinanos (Ruzgarin Hatiralari)
- Muzika Herî Serketî: Acarkan Ozkan, Uran Apak, Erhan Seyren (ÇekmekoyUnderground)
- Vesazkirina Herî Serketî: Osman Bayraktaroglu (Abluka)
- Derhênerê Herî Serketî: Huseyîn Bînay (Çekmeceler)
- Belgefîlmê Herî Serketî: Hasret (Derhêner Ben Hopkins)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Sali (Derhêner Ziya Demirel)