AMED - DÎHA
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, bersîv da gefa Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ya 'Ev provokasyon e. Yê vê provakasyonê dikin berpirsiyarê encama wê ne" û got "Bila Wezîrê Karên Hundir hedê xwe bizane. Ger ku difikire bi gefan me bitirsîne xwe dixapîne."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û hevserokên KCD, DBP û KJA'yê ji bo şikandina dorpêça Sûrê banga "Meşa Sûrê" kiribûn. Piştî vê bangê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Ala gef li Demîrtaş xwar û got: "Ev provokasyon e. Yên vê provokasyonê dikin, berpirsiyarê encama wê ne." Hevserokê Giştî HDP'ê Selahattin Demirtaş bersiv da Ala û wiha got: "Bila Wezîrê Karên Hundir hedê xwe bizane. Difikirin ku tiliyê xwe li me bihejînin û me bitirsînin. Lê ji bilî Xwedê tirsa me ji kesî tune ye. Li hemberî vê faşîzmê kî bitirse ne mirov e û bê bêkêr e. Ger di meşê de yên zerarê bidin dora xwe hebin ew jî provokator in. Divê gelê me destûr nede kes zerarê bide derdorê. Dema mirovên Sûrê tên qetilkirin bila kes nebêje Amed bêdeng bû û rûniştibû."


