Diyarname
Ji bo hilbijartina serokê Yekîtiya Federasyonên Fûtbolê ya Navnetweyî (FÎFA) îro li navenda wê ya li Zuriha Swîsreyê hilbijartin çêbû. Di dora yekemîn a hilbijartinê de ji 4 berendaman kesî deng negirt. Di dora duyemîn de ji 209 delegeyan 207 delegeyî deng bikar anî. Di encamê de Gianni Infantino 115 deng girt û bû Serokê FIFA'yê. Ji berendamên din Serokê Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) Şeyh Salman bin İbrahim el-Halife 88 den, Prensê Urdunê Ali bin el-Huseyin 4 deng girt û di vê dorê de Cîgerê Sekreterê Giştî yê FIFA'yê yê berê Jerome Champagne qet deng negitin.
Gianni Infantino (46 salî) Sekreterê Giştî yê UEFA'yê bû. Infantino di axaftina xwe ya sipasiyê de wisa got: "Ez sipasiya her kesî dikim. Ez ji rêwêtiyeke dijar derbas bûm. Min kesên ji fûtbolê hez dikin û bi wê nefesê digirin nas kirin. Ez dixwazim bibim serokê 209 federayonên heyî."
Infantino wekî cîgerê mezin ê Serokê UEFA'yê yê berê Michel Platini bû. Piştî Platini ceza girt wî biryar da ku ji bo Serokatiya FIFA'yê bibe berendam û got ku ger bibe serok dê tîmên beşdarî Kûpaya Cîhanê bibin ji 32'yan derxe 40'î û wê di fûtbolê de ji bo pêşketinên teknolojîk deriyê wî vekirî bû.
Di dema pişkeyên ji bo Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Şampiyoniya Ewropayê de Infantino wekî rûyê pişkeyan derdiket pêşberî ekranan.
Wekî notek: Serokê berê yê FIFA'yê Blatter ji ber karên nelik, îdîaya pere xwarine mecbûr ma bû îstîfa bike. Serokê UEFA'yê Platini jî rastî heman îdîayan hatibû û wî jî îstîfa kiribû.