logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
news-details

Ji bo malbatên Sûrê banga seferberiyê

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Rojava Zarîfe Ozbeklî ji bo malbatên neçar man ku ji Sûrê derkevin banga sefe

  • Dîrok: 29/01/2016
  • Beş: Nûçe

AMED
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Rojava Zarîfe Ozbeklî ji bo malbatên neçar man ku ji Sûrê derkevin banga seferberiyê li gelê Amedê kir û got: "Em naxwazin gelê me ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê derkevin. Eger em hevgirtina xwe xurt bikin, hembêza xwe vekin dê kes mecbûr nemîne ku biçe metropolên Tirkiyeyê."

Hikumeta AKP'ê di çarçoveya konsepta şerê taybet de, bi mehan e ku bi êrîşên giran ên bi destê hêzên dewletê ve tê kirin de dixwaze bi taybet bajarên berxwedanê bide valakirin. Di nav 6 mehên borî de li Cizîr, Silopî, Farqîn, Sûr û gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran mal bi topbaranê hatin xirakirin an jî şewitandin. Ji ber vê yekê bi hezaran malbat neçar man ku ji bo demekê be jî koçî derdorên nêz bibin. 

Li Amedê jî, şêniyên Sûrê yên malên wan hatin xirakirin û neçar man ji taxên xwe derkevin, ji Amedê derneketin û li taxên cûda yên bajêr xwe bicih kirin. Gelê Amedê jî bi hevgirtineke xurt hewl dide ku pêdiviyên van malbatan çareser bike. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Rojava Zarîfe Ozbeklî der barê xebatên xwe de agahî dan. 

'Kes koçî bajarên Tirkiyeyê nekir'

Ozbeklî bibîrxist ku dema ji ber komkujiyên DAIŞ'ê malbat koçî Bakurê Kurdistanê kirin, alîkariya wan kirine niha jî li Bakurê Kurdistanê alîkariya malbatên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê neçar manê û koç kirine, dikin. Ozbeklî da zanîn ku malbatên ji ber êrîşên dewletê neçar dimînin û ji malên xwe derdikevin naçin bajarên Tirkiyeyê û li ser axa xwe dimînin û wiha axivî: "Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Kerboran, Silopî hate dorpêçkirin û zext li însanan hate kirin ku koç bikin. Qasî ku ji dest hat li ber xwe dan, mal dan, can dan, malên an xira bû. Ji ber taqeta wan nema dibe ji sikaka xwe, taxa xwe koç kiribin lê welatê xwe terk nekirin."

Ozbeklî anî ziman ku li gel şaredarî û saziyên civaka sivîl hewl didin pêdiviyên bingehîn ên koçberan çareser bikin. Ozbeklî got ku heya niha 14 kamyon melzeme ji Cizîr, Silopî, Şirnex, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê re hatiye şandin lê li bajarên dorpêçkirî ev alîkarî hatine astengkirin.

'Bila herkes malbatekê bigire ba xwe'

Ozbeklî diyar kir ku li Amedê, malbatên ku du malên wan hene malekî xwe didin malbatên ku ji malên xwe derketine û divê ev were firehkirin. Ozbeklî destnîşan kir ku bihistyarî heye lê têr nake û wiha berdewam kir: "Gelek malbat di malekê de dijîn. Divê herkes dikaribe malbatekê bigire ba xwe."

'Ji bo Sûrê seferberî'

Ozbeklî bang li gelê Amedê kir ku herkes ji bo malbatên ku ji Sûrê koç kirine seferber bibe û wiha axivî: "Ev însanên me ne ku têne qetilkirin. Divê em dest bidin dest û wan tenê nehêlin. Hevgirtina bi van kesan re hevgirtina berxwedanê ye. Em banga seferberiyê li herkesî dikin. Her kêlî dengê çek û topan bilind dibe. Kevir li ser kevir namîne."

'Bila kes neçar nemîne û neçe metropolên Tirkiyeyê'

Ozbeklî da zanîn ku bi hemû fîrmayên otobosan ên Amedê re axivîne ku koliyên alîkariyê bê pere were şandin û di nav Sumer Parkê de jî depoya Komeleya Rojava heye û herkes dikare alîkariyên xwe bigihîne vê derê. Ozbeklî herî dawî bang li gelê Amedê kir ku hevgirtina xwe xurt bike û got: "Em naxwazin gelê me ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê derkevin. Eger em hevgirtina xwe xurt bikin, hembêza xwe vekin dê kes mecbûr nemîne ku biçe metropolên Tirkiyeyê."

(DÎHA)


Parve Bike

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

100 NIVÎS

ad

Vê hefteyê 7 fîlmên ji hev cihê hene: Aksiyon li pêş e

ad

Nîvê dinê dê telefonên destan bikar bîne

ad

Fotoyê rojê: Ji bo protestoyê xwe bi zinar ve zincîr kir

ad

Maçên îro derdikevin pêş

ad

Azadiya Welat jî girtin (Deqeya dawî)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname