Diyarname
Vê hefteyê şeş fîlm li vîzyonê ne: Şahiya Wehşekê, Marley & Me, Splinter, Fast and Furious 4, Thick as Thieves û Yengeç Oyunu.
Di 4'ê vê mehê de 6 fîlmên nû dikevin vîzyonê. Ji Tirkiyeyê yek li nav wan e "Yengeç Oyunu". Fîlm di serdema Osmanî de li ser kuştineke jinan e.
***
Vahşet Partisi - All The Boys Love Mandy Lane
Derhêner: Jonathan Levine
Lîstikvan: Amber Heard, Michael Welch, Whitney Able, Edwin Hodge
Di fîlmê "All The Boys Love Mandy Lane" (Her kes ji Mandy Lane hez dike) ku bi navê "Vehşet Partisi" li Tirkiyeyê kete vîzyonê Mandy Lane perensesa li lîseyê ye. Chloe û Red ji bo dawiya hefteyê bi hev re derbas bikin Mandy vedixwînin mal. Ew dema digihîjin çiflikê her kes ji bo bi Mandy re bimîne serî li her cure nimreyan dide. Dema şev dirêj dibe û mey jî tivî vê yekê dibe gotinên ku mirov nikare bixwe dertên holê. Kurikek ku ji aliyê Mandy ve tê redkirin bi awayekî cidî li ser gotinan disekine û ji nişke ve Mandy xwe di nav têkoşîna li jiyane mayînê de dibîne.
Ji bo fragmanê:
***
Marley & Me
Derhêner: David Frankel
Lîstikvan: Jennifer Aniston, Owen Wilson, Eric Dane, Kathleen Turner
John û Jenny nû zewicîne û ji bo dest bi jiyaneke nû bikin bar dikin Floridayê. Ew her yek li rojnameyeke ku ew rojname reqîbên hev de kar dibînin. Piştî ku ew malekê dikirin nû bi aliyên dijwar ên zewacê dihesin. John ku naxwaze bibe bav, derdê xwe ji bo hevalê xwe Sebastian tîne ziman. Ew jî lê şîretan dike ku ji bo ewiqandinê kûçikek ji bo Jenny bistîne. Û Marley dikeve nav jiyana wan.
***
Kiymik - Splinter
Derhêner: Toby Wilkins
Lîstikvan: Shea Whingam, Paulo Costanzo, Jill Wagner, Rachel Kerbs
Di dema ku Polly û hezkiriya wî Seth li cihek lê bimînen digerin polîs jî li dû fîrakek bi navê Dennis in. Dema Polly û Seth li ser rêyeke bêdeng dimeşin rastî hezkiriya Dennis Lacey tên. Dema dixwazin alîkariya wê bikin Dennis berê çekê xwe dide wan; revandina mirovan ji bo wî wekî pêlîstokan e.
***
Hizli ve Ofkeli 4 - Lezgîn û Hêrsbûyî 4- Fast and Furious 4
Derhêner: Justin Lin
Lîstikvan: Vin Diesel, Paul Walker, Michelle Rodriguez, Jordana Brewster
Di navbera şêlankerek berê Domile û ajan Brain de neyartiya berê ji nû ve geş dibe, lê dema ew her du mecbûr dimînin li hemberî neyarên xwe yên hevpar têbikoşin di nav wan de têkiliyeke nû dest pê dike. Ew mecbûr in ji hev bawer bin. Ew ku ji bo tolhildanê mil didin hev, ji bo tolhilgirtinê jî çareyeke dibînin: Di ajokariyê de zor bidin leza herî bilind.
***
Son Oyun - Thick as Thieves - The Code
Derhêner: Mimi Leder
Lîstikvan: Morgan Freeman, Antonio Banderas, Radha Mitchell, Velizar Binev
Fîlmê ku bi navê "Son Oyun" (Lîstika Dawî) ketiye vîzyonê têde lîstikvanên navdar dilîzin. Ripley dizekî ye ku li gor rêgezên dizan dijî. Gabriel jî qeşengekî ye lê rizek hoste ye. Ripley ji bo şêlandineke mezin şirîkek ku lê digeriya dîtiye. Bi vê şêlandinê Ripley dê hem deryên xwe yên ji bo mafyaya rusan bide hem jî jiyana keça xwe Aleksê rizgar bike. Dema roja şêlandinê tê dikarin bikeven avahiyê lê yekî ji wan rêgezên diziyê binpê kiriye.
Ji bo fragmanê:
***
Yengeç Oyunu - Lîsitkva Kêvjalê
Derhêner: Ali Ozgenturk
Lîsitkvan: Ayça İnci, Ayşe Kokçu, Melda Yilmaz, Ensar Kiliç
Asya li zanîngehê asîstana beşa dîrokê ye. Ew keça xwe ya pênc salî digire cem xwe û vedigere bajarê xwe. Ew di kurtedemê de kar dibîne û tevî xwendekarên xwe dikeve nav projeyeke ecêb. Dema li ser belgeyên kevn ên osmanî lêkolînê dikin rastî kuştineke ku bala her kesî dikişîne tên. Di serdema Osmanî de li ser navê 'kuştina namûsê' kuştineke pêk hatiye lê biryara beraetê derketiye.
Ji bo fragmanê: