Amed
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dengê xwe bikar anîn. Baydemîr wiha got: "Li hemberî vîna ji sindoqê derkeve em dê rêzê nîşan bidin."
Li bajarên kurdan û li Tirkiyeyê vê serê sibê ji bo hilbijartina herêmî dengdayînan dest pê kir. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê DTP'ê Osman Baydemîr li heman dibistanê dengên xwe dan. Ayna û Baydemîr bi hev re hatin Dibistana Seretayî ya Ş.O. Ayşe Numan Konakçi ya li Dîclekentê.
Baydemîr, di sindoqa numreya 1243'an de bi gotina "Bila bi xêr be" dengê xwe da.
Şaredar Baydemîr di dema derketina ji dibistanê de bersiva pirsên rojnamegeran da, diyar kir ku ku ew bawer e dê vîna azad a gelê Amedê ji sindoqan derkeve û wiha dom kir: "Vîna di sindoqan de hate nîşandan çibe dê ew vîn ji sindoqan derkeve. Vîna ji sindoqê derkeve emê rêzê ji bo wê nîşan bidin. Dê demokrasî qezenc bike, Amed qezenc bike, gelê Amedê qezenc bike. Ji me hemûyan bila bi xêr be."
Baydemîr, li ser pirsa rojnamevanan a hûn encamak çawa hêvî dikin jî ev yek anî ziman: "Gotina reqamê çiqasî rast e ez nizanim, lê hilbijartin berî her tiştî vîna gel a azad e. Vîna hemwelatiyan a azad e. Her hemwelatî û amediyek dê biçe ser sindoqan, destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li gorî wê yekê dengê xwe bikar bîne. Li gorî fikra min li Bajarê Mezên dê encam ji ya hilbijartina herêmî ya 2004 gelekî mezintir be. Ev texmîna min e.."
Li ser bibîrxistan "Amed kelehe nayê xirakirin" jî Baydemîr wiha dom kir: "Amed keleha aştî û demokrasiyê ye. Di heman demê de keleha xweşbînî û azadiyê ye."
Li ser pirsa "Eger hûn winda bikin" jî Baydemîr wiha got: "Li ser texmînek ku dê pêk neyê ez naxwezim tiştekî bêjim."
Osman Baydemîr, piştre bi kurdî destnîşan kir ku hilbijartin bingeha demokrasiyê pêk tîne û ev yek lê zêde kir: "Encam dê ji bo çareseriya pirsgirêkên li welat girîng be. Ez hêvîdar im dê ev hilbijartin ji bo demokrasiya welat û aboriya bajarê me bibe rûpelek nû."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin