Mukit Arslan
Dema em piçûk bûn digotin ku wexta qiyamet radibe berî ku her kes ber bi heşrê biçe. Bayekî mezin radibe û her tiştî dihilşîne û tenê gur li ser pê dimîne û ba postê gur jê dike lê nikare lingên gur ji erdê rake, gur ew qas bi hêz e.
Lê mirov tî û birçî ber bi meydana heşrê dikevine rê. Di nîvê rê de tecal dertê pêşiya mirov û sifreke dewlemend nîşanî mirov dide, gazî dike dibêje: Werin xwarin û vexwarinê.
Sifre ew qas dewlemend e ku aqil di serê mirov de nahêle.
Herçî kesên ku dixapin û ber bi tecal ve diçin dibînin ku sifre mifre derew e û tecal tenê li ser kerê rûniştiye û bi wan dikene. Yên li wir bi guhên wan digire û davêje guhê kerê xwe.
Li ser guhên kerê di nav gel de hin gotinên din jî hene. Dibêjin; "Ew di guhê kerê kê de ye", "tu hay ji xwe heyî ku tu di guhê kerê kê de yî".
Bila her kes hay ji xwe hebe, di guhê kerê de hê pir cih heye.
***
Nivîsên Mukît Arslan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: