Stenbol
Hin saziyên kurdan ên li Stenbolê bi daxuyaniyek li ser rewşa dawî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê helwesta xwe eşkere kirin û banga çareseriya demokratîk kirin.
Vaye daxuyaniya saziyên kurd û saziyên ku metin îmze kirine:
"Pêvajoya çareseriyê ku di sala 2013’an de bi banga Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, hêviya aştiyê li seranserî Tirkiye û Kurdistanê di dilê mirovan de geş û gur kir. Her çi qas AKP’ê gavên pêwîst ên ji bo aştî û çareseriyê neavêtibûn jî, piştî vê lihevkirina li Dolmabahçeyê her kes li bendê bû ku gavên pêwîst werin avêtin, heyeteke çavdêriyê ya serbixwe pêk were, pêvajo bi pêş bikeve û birêz Ocalan bang li KCK’ê bike da ku di bihara 2015’an de bi kongreya awarte biryara bidawîkirina şerê çekdarî yê li dijî dewleta Tirkiyeyê ragihîne. Lê belê piştî çend hevdîtinan ev pêvajo li şûna ku bi pêş bikeve, berepaşkî çû, piştî hevdîtinên meha Nîsanê, hevdîtinên bi birêz Ocalan re ji binî ve hatin qutkirin.
Pêşî Serokkomar Erdogan nerazîbûna xwe li dijî lihevkirina Dolmabahçeyê diyar kir û piştre jî hikumetê, di pratîkê de dawî li vê pêvajoya çareseriyê anî. Hikumeta AKP’ê li şûna ku qanûnên demokratîk derxe, qanûnên şer li pey hev derxistin û berî hilbijartina giştî polîtîkayên şer ên AKP’ê tundtir û diyartir bûn.
Berî hilbijartinê pêşî li Agirî, piştre li Edene, Mêrsînê provakasyonên bidawîkirina agirbestê hatin lidarxistin. Berî hilbijartinê bi du rojan (5’ê Hezîranê) li Amedê bombe di mîtînga HDP’ê hate teqandin, 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di hilbijartinê de HDP’ê di gel hemû êrîşan jî serkeftineke mezin bi dest xist, AKP’ê derfeta avakirina hikumeta bi tena serê xwe ji dest da. piştî vê yekê polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê diyartir bûn.
Pêşî di 20’ê tîrmehê li Pirsûsê di nav ciwanên ku dixwestin biçin Kobaniyê de du xwekujan xwe teqand, 34 kesan jiyana ji dest da. Piştî wê bi çend rojan AKP’ê li Serekaniyê kuştina du polîsan kire hincet û balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşên hewayî birin ser Qadên Parastina Medyayê, piştî wê agirbesta heyî bi dawî bû, şerekî dijwar dest pê kir. Piştî ku agirbest bi dawî bû, êdî hemû mirov aştîxwaz ji kujeran re bûn hedef. Bo nimûne, di 10’ê cotmehê de du xwekujan xwe di nav girseya mîtînga aştiyê de teqand, 107 kesan jiyana xwe ji dest da. AKP’ê bi vê polîtîkaya şer û tirsandinê di hilbijartina 1’ê mijdarê de encameke baş bi dest xist û heman pêvayo her roj dijwartir bû.
Ev şer îro gihaştiye asta qirkirinê, êdî li kuçe kolanên şar û şaroçkeyên Kurdistanê her roj jin, zarok, kal û pîr ji tê de bi dehan mirov têne kuştin. Mixabin rewşa ku derketiye holê, rewşeke ji salên 90’î xerabtir e, Tirkiye her ku diçe zêdetir ber şerekî navxweyî ve tê ajotin, mirov ku qala aştî û wekheviyê dikin, ji hêla Serokkomar Erdogan ve wekî xayîn û sûcdar têne binavkirin û piştî wê jî têne girtin, hin caran jî her wekî Tahir Elçî têne kuştin. Em wekî saziyên demokratîk ên Kurdistanî piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya akademîsyenên aştîxwaz diyar dikin û dibêjin, bi vî awayî tu kêşe û pirsgirêk çareser nabin, êdî bes e, divê demildest ev şer raweste û pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.
Em bang li Erdogan û hikumeta AKP’ê dikin û dibêjin, gelê kurd mafên xwe yên rewa dixwaze, ev gel êdî naxwaze bê statû bijî, ew dixwaze bi ziman û nasnameya xwe, awayekî xweser bijî.. Ev yek ne sûc e, ne jî guneh e. Gelê kurd dixwaze li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi gelên din re bijî. Êdî bes e, dev ji van polîtîkayên kuştin û qirkirinê berdin, vegerin ser mêza muzakereyê, bila pirsgirêk bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin.
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ
KOMELEYA HIQÛQNASÊN AZADÎXWAZ
DAYIKÊN AŞTIYÊ
KOMELEYA PIŞTGIRIYA BI KOÇBERAN RE
KOMELEYA XIZMÊN WINDAHIYAN KOMELEYA KESKESORÊ YA JINAN
KOMELEYA MALBATÊN GIRTIYAN
KOMELEYA ELEWIYÊN DEMOKRAT
KOMELEYA ALIMÊN OLDAR
ROJAVA-DER
DGD (PLATFORMA KOMELEYÊN ROJHILAT Û BAŞÛRÊ ROJHILAT
KOMELEYA HAWÎRDORÊ YA MUNZURÊ"