Diyarname
Vatan Partîsî ku serokatiya wê Dogu Perînçek dike bi awayekî fermî serî li Dadgeha Bilind da û xwest HDP bê girtin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Vatan Partîsî Mehmet Turgut Okyay daxwaznameya girtiha HDP'ê da dadgehê û wekî sedem jî got, "HDP ji PKK'ê fermanê digire."
Okyay ku di dadgeha ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan darizand de Dadger bû piştî malnişînbûnê beşdarî Vatan Partîsî bû. Okyay li ser daxwaznameyê got ku ew bawer in Dadgeha Bilind vê daxwaznameyê qebûl bike.