logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Li her derê komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin

5 hezar kesên di 16'ê Adara 1988'an de ji hêla rejîma Baasê ve hatin qetil kirin di 21'emîn saliya wê de jî nehat ji bîr

  • Dîrok: 16/03/2009
  • Beş: Nûçe

5 hezar kesên di 16'ê Adara 1988'an de ji hêla rejîma Baasê ve hatin qetil kirin di 21'emîn saliya wê de jî nehat ji bîr kirin. Kurdan bi daxuyanî, meş û çalakiyên cuda ev roj şermezar kir, kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî bi bîranîn.

AMED

Meclisa Jinan a Bajar, li navçeya Sura Amedê bi boneya bîranîna kesên di Komkujiya Halepçeyê de jiyana xwe ji dest dane, li Komeleya Hemwelatiyên Azad bi tevlîbûna sedan jinî mevlûd da. Di mewlûdê de komkujî hate şermezar kirin. Emdama Meclasa Jinan ya Bajêr Afîfe Mîntaş balkişan ser polîtîkayên li ser kurdan tên meşandin û wiha pêde çû: "Îran, Iraq, Suriye û Tirkîye li ser kurdan bi her cûreyî polîtîkaya tûnekirinê dimeşînin." Mîntaş, li ser polîtîkayên AKP'û yên ku dixwaze kurda bi birçîbûnê bi xwe ve girêbide jî axivî û wiha got: "Gelê kurd bi rûmete û ev 30 salin jî bi rûmeta xwe têkoşîna azadiyê meşandiye û heta niha bi rûmeta xwe ve gerêdayî maye. Lê Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi pariyên ku belavdike rûmeta gel bikeire." Mîmtaş, anî ziman ku AKP'e istisamar ol dike û diwaze bi belakirina pere, tevefon û eşyayên sipî gel bi xapîne. Mîntaş wiha domand: "AKP'e ji êdî hatiye dawiya rê dengê gelê kurd negire wê ji dika siyasetê bêye jêbirin. Her wiha AKP'e bo dengê kurdan bigire tirîlyon pereyan dirêje." Mîntaş, anî ziman ku wê kurd wek herdem li ser xeta rûmeta xwe bin û wê diberxwe bidin. Kurd di 29'ê adarê wê dengê xwe bidin rûmeta xwe.

Berendamê Navçeya Surê ya Amedê Abdullah Demîrbaş jî diyar ku hişmendiya 5 hezar kurd bi kîmyasalê qetil kirî niha jî bi awayekî din li ser jiyana kurdan bombeyan dibarîne.

Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUODER) li ber Fakulteya Wêje û Fenê daxuyanî da. Di meşa bi sedan xwendekar beşdar bûne de sloganên, "Şehîd namirin", "Faşîst dê hesabê bidin gel" hatin berzkirin. Hasan Basnî Boztemîr bi bîr xist ku di komkujiyê de nêzîk 10 hezar mirov hatine qetil kirin û bi deh hezaran jî nexweşketine.

ERXENÎ

Rêxistina DTP'ê ya Erxenê û Platforma Demkorasiyê ya Erxenê jî li ber buroya hilbijartinê ya li Qada Îstasyonê meşek bi meşaliyî li dar xistin. Di meşê de sloganên, "Kurdistan dê bibe gora faşîstan" û "Şehîd namirin" avêtin. Berdevkê Platforma Demokrasiyê Selvî Ozturk diyar kir ku komkujî ne tenê li Helepçê li tevahiya bajarên kurdan berdewam kiriye. Ozturk anî ziman komkujî îro jî li Tirkiye, Îran û Suriyeyê didome. Rêveberê Rêxibtina DTP'ê Mehmet Duman jî reş şermezar kir. Piştre li Navenda Çand û Hunerê ya Erxenê sînevîzyon hate nîşan dan.

PLATFORMA DEMOKRASIYÊ

Endamên Platforma Demkorasiyê ya Amedê jî li ber Peykera Mafên Mirovan a Koşuyoluyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Şaredarê Bajarê Mezin û navçeyan beşdar bûn. Parlementerên DTP'ê Aysel Tugluk û Gutan Kişanak û nûnerên saziyên civakî jibeşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Alî Şîmşek komkujîşermezar kir û anîzimanku cîhanê çavên xwe ji eşên kurdan re girtiye. Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Alî Oncu jî diyar kir ku lazim e gelê kurd wekî aliyek bê dîtin û beşdarî doza Helepçeyê bibe. Şaredarê Amedê Osman Beydemîr jî diyar kir ku yên komkujî dikirin niha li holê tunin lê daxwazên gelê kurd li holê ne.

ESKÎŞEHÎR

Li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Eskîşehîrê çalakiya bîranînê pêk hat. Ji bo şehîdên demokrasiyêrêz hate girtin. Di bîranînê de bûyerên komkujiyê wekî slaytê hatine nîşan dan. Piştre panela bi navê 'Helepçe û Pirsgirêka Kurd" hate li dar xistin.

ÎZMÎR

YDG-M'a Îzmîrê li avahiya DTP'ê ya Bajar çalakiya bîraninê pêk anî. Endama PM'ya DTP'ê Pervîn Oduncu, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Yusuf Kaya û endamên saziyan beşdar bûn. Îsa Kaya, diyar kir ku ji bo komkujiyên wekî yên Helepçeyê çêne bin lazim e gelê kurd yekîtiya xwe ava bike. Kaya komkujiyên Helepçeyê û Qamişloyê jî bi tundî şermezar kirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdîn, navçeyên Midyad, Nisêbîn û Qoserê jî têkildarî mijarê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de axatinên komkujiya li ser kurdan tê meşandin, şermezar dike, hatin kirin. Di daxuyaniyan de hate derbirîn ku divê ji bo komkujiyên wiha cardin neyên jiyîn gelê kurd yekîtiya xwe xurt bike. Her wiha di daxuyaniyan de sloganên dilsoziya wan bi Serokê PKK'ê de tînin ziman jî hatin berz kirin.

BEDLÎS

Rêxistina DTP'ê ya navçeya Tetwanê li ber PTT'ê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterê Bedlîsê yê DTP'ê M. Nezîr Karabaş, serokê DTP'a Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, namzetê Şaredariya Tetwanê yê DTP'ê Abdullah Ok û bi sedan kes tev lê bûn. Di daxuyaniyê de girse pankart û dovîzên wekî "Em Helepçeyên din naxwazin", "Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye.", "Êdî bes e bila qetlîamên li ser kurdan bi dawî bibin", "Qetlîama Helepçeyê şerma mirovahiyê ye", "Bimire DYA û hevkarên wê" vekirin û diruşmên wekî "Şehîd namirin", "Bimire DYA û hevkarên wê", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor" qîriyan. Daxuyanî ji aliyê serokê DTP'a Tetwanê Îlhamî Ozel ve hat xwendin û got ku li hember gelê kurd gelek caran qetlîam hatine kirin wiha dewam kir: "Ew zihniyeta ku li Helepçeyê çekên kîmyewî bi kar anî îro bi ser erdnîgariya kurdan ve bombeyên kîmyewî dibarîne. Em di serî de qetlîmên Helepçe û Qamişloyê û hemû qetlîamên li ser kurdan hatine kirin lanet dikin."

RIHA

Platforma Demokrasiyê li meydana Karakoyunê daxuyaniya çapemeniyê da. Serokê DTP'a bajêr Îbrahîm Ayhan, namzetê Şaredariyê yê DTP'ê Samet Atabey, serokê Egitim Sena Rihayê Sitki Dehşet, serokê ÎHD'a Rihayê Sedat Gozkiran, serokê MAZLUMDER'a Rihayê Mustafa Arisut û rêvebirên sazî û sendîkayan û bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn û Kurnefîl danîn ser wêneyên zarokên ku di qetlîaman de mirine. Li ser navê platformê serokê ÎHD'a Rihayê Sedat Gozkiran daxuyanî xwend û wiha got: "Îro Sedam tune ye lê li Rojhilata Navîn û li derên din ên dinyayê qetlîam têne kirin. Ev ne karê welatek, herêmek, demekê ye. Di nava welatan de pêşbaziya çekdariyê tê kirin. Welatê me jî di serî de ye. Her wiha bi qeyrana aboriyê re her diçe mirov jar û perîşan dibin. Lê çavkaniyên dinyayê zêdetir ji bo çekdariyê û şeran têne xerçkirin. Li hember vê hê jî di civakê de hêviya aştî, wekhevî û jiyana hevpar heye."

WÊRANŞAR

Rêxistina DTP'ê ya Wêranşarê li buroya hilbijartinê merasîma bîranînê li dar xist. Şaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn, namzeta Şaredariya Wêranşarê ya DTP'ê Leyla Guven, serokê DTP'a navçeyê Adnan Etlî û zêdetirî hezar kesî tev li merasîma bîranînê bûn. Piştî rêgirtinê Etlî Axaftin kir û wiha got: "Bi ser bajarê kurdan Helepçeyê de ewrên jehriyê girtin û kurd jiyana xwe ji dest dan. Ev berhema sîstemê ye. Qetlîma Sedam bû. Lê me ê wê ji bîr mekin û nedin jibîrkirin. Heta ku înkar û îmha li ser kurdan bimeşînin em ê jî tekoşîna xwe bidomînin." Piştî axafatinan bi diruşma "Şehîd namirin" qîriyan.

MÊRDÎN

Endamên Platforma Demokrasiyê ya Mêrdînê, li Pada Cumhuriyetê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes amade bûn de, wêneyên kesên di tevkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu, bal kişand ku tevkujiya hatiye pêkanîn sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Îro Saddam tuneye. Lê hîn jî li gelek deverên cîhanê şer û komkujî didomin."

NISÊBÎN

Girseya ku li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Nisêbînê hate cem hev jî, heta Parka Bariş meşiya. Girseya ku dovîzên "Berê Saddam niha Erdogan", "Bimire Tevkujiya Halepçe", "Gelê kurd ne bi tenê ye" û wêneyên tevkujiyê rakirin, sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" avêtin. Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Nisêbîn Abdulbarî Eren ku li vir daxuyanî da, tevkujiya Helepçeyê şermezar kir.

MIDYAD

Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Midyadê jî, li ber buroya hilbijartinê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de tevkujiya Helepçeyê hate şermezarkirin. Piştî daxuyaniyê li buroya hilbijartinê slayta têkildarî tevkujiyê hatibû amadekirin hate nîşandan.

QOSER

Girseya li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Qoserê hate cem hev jî, ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiya. Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Qoserê Zubeyîr Gunduzalp ku li vir daxuyanî da, diyar kir ku li hemû deverên cîhanê gelên rastî tevkujiyan tên ji rêxistinên sivîl ên civakî piştgiriyê digirin, lê dema kurd mijara gotinê bin ev alîkarî nayê dayîn û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê îro polîtîkayên li hemberî hemû kurdan tên meşandin tu ferqa wan ji yên Saddam tuneye."

EDENE

Li Edeneyê, ji aliyê Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-M) ve li Qada 5 Ocakê daxuyanî hate dayîn. Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Edeneyê yê DTP'ê Şîar Rîşvanoglu, namzetên din yên DTP'ê yên navçeyên Edeneyê, rêveberên ÎHD'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de pankartên "Halepçe jana kûr birîna reş jibîr nabe", "Me tevkujiya 16'ê Adarê ya Beyazitê û Helepçeyê ji bîr nekir em ji bîr nakin" û dovîzên, "Zîhîniyeta kurd qetilkirin desthilatdar e", "Dê hesabê Beyazit, Qamişlo, Heyepçe were pirsîn" hatin rakirin. Di daxuyaniyê de bê navber sloganên, "Edî Bes e", "Bijî biratiya gelan", "Em Halepçe ji bîr nakin", "Kurdistan ji faşîzmê re dê bibe gor" hatin avêtin. Haci Aynid ku daxuyanî xwend, wiha got: "Ev tevkujî di wijdanê mirovahiyê de wekî tê xwestin rastî nerazîbûnê nehat. Gelê kurd ê mazlum bi tenê hate hiştin."

Xwendekarên li Zanîngeha Çukurovayê dixwînin jî li ber Dersliga R-1'ê bi daxuyaniyekê Tevkujiya Helepçe û Beyazitê şermezar kirin. Bîlge Geçgîl ku daxuyanî xwend, diyar kir ku bi bombeyên kîmyewî yên li Hepeçeyê hatine bikaranîn 5 hezar kurd hatine qetilkirin. Xwendekarên ku piştî daxuyaniyê xwestin heta ber aşxaneyê bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin. Xwendekaran ev helwesat polîsan heta deqeyekê bi xwe li erdê dirêjkirinê şermezar kirin. Xwendakaran piştre skecên tevkujiyê vedibêjin û helbest xwendin.

WAN

Bi sedan xwendekarên YODER'ê ku li ber aşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hatin cem hev, daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekarên li aşxaneyê pankarta "Bila tevkujî û komkujî bi dawî biben" daliqandin, dovîzên reş rakirin. Endamê YODER'ê Murat Ekîn ku piştî rêzgirtinê daxuyanî da, tevkujiya helepçeyê şermezar kir. Piştre ekîbên cendirmeyan hewl dan Murat Ekîn ê daxuyanî xwen bigirin binçav. Dema xwendekaran destûr neda Ekîn bê binçavkirin, robokopên ketin hundir 6 xwendekar girtin binçav.

ERDÎŞ

Qelebalixa ku li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Erdîşê hate cem hev, ber bi Kolana Kişlayê ve meşiya. Namzetên şaredariyê yên DTP'ê û rêveberên DTP'ê jî tevlî meşê bûn. Koma qelebalix di dema meşê de bî navber slogana "Şehîd namirin" avêt. Rêveberê Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê Feyzî Can ku li ser navê komê daxuyanî da, tevkujî şermezar kir.

QELQELÎ

Li Navçeya Qelqelî ya Wanê jî bi pêşengtiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê meş hate lidarxistin. Piştî meşa ji ber avahiya Rêxistina DTP'ê heta ber buroya hilbijartinê hate lidarxistin, li buroya hilbijartinê sînevîzyona têkildarî tevkujiyê hate nîşandan.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê 3 çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ve li ber şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Di dema daxuyaniyê de Şaredarê Colemêrgê Kazim Kurt, Namzetê şaredariya Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî di nav de gelek kes amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, daxuyanî da û tevkujî şermezar kir. Platforma Şaxên KESK'ê jî, li ber nexweşxaneyê daxuyanî da çapemeniyê û tevkujî şermezar kir. Rêxistina DTP'ê ya Bajêr jî, li ber buroya hilbijartinê çalakiya bibîranînê lidar xist. Di bernameyê de skeç hatin lîstin û helbest hatin xwendin.

GEVER

Li Geverê jî Platforma Şaxên KESK'ê ji ber Navenda Kar a Geverê heta ber Otela Oslo meş lidar xist. Namzeta Şaredariya DTP'ê, nûnerên saziyan û rêveberên DTP'ê tevlî meşê bûn. Di meşê de dovîzên ji bo şermezarkirina tevkujiyê hatin rakirin. Berdevkê Demî yê Platformê Tahîr Tekînalp, li vir daxuyanî da û tevkujiyên Halepçe, Qamişlo, Beyazit û Gazî şermezar kir. Li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Geverê jî ji aliyê YDG-M'ê ve bernameya bibîranînê hate lidarxistin.

ÎDIR

Di bîranîna li ber buroya hilbijartinê ya DTP'ê ya Îdirê hate lidarxistin de, namzetê şaredariya Îdirê, rêveberên DTP'ê û gelek kesên din amade bûn. Di destpêka çalakiyê de rêz hate girtin. Rêveberê Navenda Giştî ya DTP'ê Adîl Amed, diyar kir ku di dîroka kurdan de bi dehan Helepçe pêk hatine û diyar kir ku dê gelê kurd van tevkujiyan jibîr neke. Bername bi slogana "Şehîd namirin" bi dawî bû.

MÛŞ

Li Mûş û navçeyên Kop, Milazgîr û Gimgimê daxuyanî hatin dayîn û bernameyên bîranînê hatin lidarxisitin. Li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajarê Mûşê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Bernameyê bi rêzgirtin û sînevîsyonê dest pê kir. Li gel Namzetê DTP'ê yê Şaredariya Mûşê Nimet Sezgîn bi sedan kes beşdarî bîranînê bûn. Sezgîn, di bernameyê de axaftinek kir û diyar kir ku kurd bi sedsalanin rastî komkujiyê tên û anî ziman ku ev qetlîama li ser kurdan ji aliyê dewleta ku ji xwe re dibêje ez muslumanim ve tê kirin. Sezgîn xwest di 29'ê Adarê de li hemberî komkujiyan bibin yek.

GIMGIM

Li Navçeya Gimgimê jî bernameyek bîranînê hate lidarxistin. Di bernameya bîranînê de li gel Namzeta Şaredariya Gimgimê Gulşen Deger bi sedan kes amade bûn. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Gimgimê Abdulbasît Taş, piştî rêzgirtîn û sînevîzyonê axaftinek kir û di dîrokê de her tim kurd rastî komkujiyan hatine û her tim mafê kurdan tê înkar kirin.

KOP

Li Navçeya Kopê jî bi meşekê komkujiya helepçeyê hate şermezar kirin. Girseyek mezin ku di navde Namzetê DTP'ê yê Şaredariya Gimgimê Zîya Akkaya, întîyatifa dayikên aştiyê û rêveberên DTP'ê jî hebûn, ji avahiya DTP'ê het buroya hilbijartinê meşek lidarxistin. Di meşê de dirûşmên di lehê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatin berz kirin û pankartên li ser "Me li Helepçeyê komkujiya Sedam, li Tirkiyeyê jî komkujiya Erdogan ji bîr nekiriye" hate vekirin. Li ser navê komê Serokê Rêxistina DTP'ê yê Kopê Rahmî Çelîk daxuyanî xwend. Çelîk komkujiyên Helepçe, Qamişlo, Beyazît û Gaziyê şermezar kir.

Li Milazgirê jî rêxistina DTP'ê li pêş avahiya DTP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li gel rêveberên DTP'ê û Namzetê DTP'ê yê Milazgirê Nûrî Balci komek amade bûn. Seroka Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Milazgirê Lale Kalbîşen daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêdî hêdî hin gav têne avêtin lê ev yek ne bes e.

ERZIROM

Rêxistina DTP'ê ya Erziromê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê lidarxist. Serokê Rêxistina DTPê ya Erziromê Medeni Aygul, Namzetê Erziromê Îrfan Keskîn û rêveber û namzetên DTP'ê di civînê de amade bûn. Serokê rêxistina DTP'ê yê Erziromê Medenî Aygul, komkujiyên li ser kurdan şermezar kir û xwest ku berpirsiyarê van komkujiyan bê ceza nemînin. Piştî daxuyaniyê pêşengeha wêneyan hate sazkirin.

AGIRÎ

Endamên Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokrat (YDG-M) ên Navçeya Bazîdê, li avahiya DTP'ê bîranînek lidarxistin. Di bîranîna ku bi sedan ciwan beşdar bûn de sînevîzyon hate amadekirin. Di bernameyê de dirûşmên wekî "Bila Qatil bêne darizandin", "Bimre qetlîam" hate berz kirin.

MÊRSÎN

Rêxistina DTP'ê ya Mêrsînê jî li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Akdenîzê daxuyanî da çapemeniyê. Li gel Endamê Meclîsa DTP'ê Ferhat Tarhan, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajêr Ramazan Ekîncî Namzetên DTPê yên Bajarê Mezin, Akdenîz, Toroslar, Mezîtlî û Yenîşehîrê nêzî 100 kesî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên di qetlîama Helepçe de jiyana xwe ji dest dabûn û dozîvên "Şehîd namirin", "Bila kujerên Halepçeyê bêne darizandin" hatin bilinid kirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina Bajêr Ramazan Ekîncî, bal kişand ser polîtîkaya înkarê û wiha got, "Li ser kurdan komkujiyek spî tê meşandin. Niha dixwazin çand ziman û dîroka kurdan tune bikni."

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî li pêş avahiya DTP'ê ya Şirnexê daxuyanî hate dayîn. Cîgirê Serokê Rêxistina DTPê yê Bajarê Şirnexê Abdûllah Gungen, kesên piştgirî dabûn komkujiyê û li hemberî komkujiyê bê deng man şermezar kir. Gungen, hikûmeta AKP'ê rexne kir û wiha axivî, "Kesê ku li welatê xwe demokrasiyê hemdemiyê û wekheviyê naparêze dê wekî Saddam di pêşerojê de hilweşe."

SILOPÎ

Li Navçeya Sîlopî jî Rêxistina DTP'e ya Navçeyê li pêş avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Sîlopiyê Suleyman Şavlûk, Namzetê DTP'ê yê Şaredariya Sîlopiyê Emîn Togûrlû û rêveberên DTP'ê nezî hezar kesî amade bûn. Li vir jî komkujî hate şermezar kirin û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bilind kirin.

HATAY

Rêxistina DTP'ê ya Bajarê Hatayê û Meclîsa YDG-M'ê jî li avahiya Rêxistina DTP'ê bernameyek pêk anî. Li vir ji bo kesên di komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz hate girtin. Piştre jî Seroka Rêxistina DTP'ê ya Hatayê Fatoş Yener,diyar kir ku komkujî bi çekên kîmyevî pêk hatiye û got, "Madeyên kîmyevî yên wekî gazên Hardal û Sarin hatine bikaranîn. Ev rûreşiya cîhanê ye." Piştî axaftinê helbest hatin xwendin û slayt hatin pêşandan.

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 21. salvegera qetlîama Helepçe ku di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê Sedam bi karanîna çekên kîmyewî de ji 5 hezaran zêdetir mirovî jiyana xwe ji dest dabû, merasîmek bîranînê hate li darxistin. Merasîma bîranînê ya li Saziya Malbatên Şehîdan hate li darxistin, ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ve hate li darxistin. Bi sedan şêniyên Wargehê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de Endamê kordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk Cemal Cizîrî axaftinek kir. Cizîrî diyar kir ku, ji bo rawestandina qetlîamên weke Helepçe yên li ser Kurdan têne meşandin divê yekîtiya netewî ya Kurdan were xurtkirin û wiha pêde çû; “Di dîrokê de li ser Kurdan gelek caran qetlîam hate meşandin, lê cara yekem bû ku bi çekên kîmyewî li Helepçeyê li ser Kurdan qetlîam hate meşandin. Em vê qetlîama Helepçeyê weke Kurdên penaber şermezar dikin. Rawestandina van qetlîmên weke helepçeyê ji rast ders wergirtina van bûyeran re derbas dibe. Dersa bingehîn jî li her çar perçeyên Kurdistanê û li her cihê ku Kurd lê dijîn, yekîtiya netewî afirandin e. Li Tirkiyê jî qetlîamên wiha hatibûn meşandin, lê bi Rêberiya Tevgera Azadiyê Kurdên Bakûrê Kurdistanê zanebûn û xwedî li vîna xwe derketin. Yekîtiya xwe afirandin. Rêberiyek bi îdeolojî û yê xwedî li gel derdikeve, artêşek gel diparêze hate afirandin. Pêşî li helepçeyên nû girtin ancax bi vê yekê pêkan e. Em careke din Qetlîma Helepçeyê şermezar dikin û dibêjin serê gelê Kurd sax be.”

Her wiha Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya Helebçeyê şermezar kir.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi daxuyaniyeke komkujiya helebçeyê şermezar kir.

Parve Bike

Youtube Me

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 09 2026

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

news
  • 08 09 2026

Dr. Selçuk Mizrakli ji girtîgehê derket: Gavên demokratîk divên

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Kurd bi xêra du stranan bi Zerêbûna Zara hesiyan

ad

Nûçegîhanên Rûdaw Tv dibêjin televîzyonê em tehdîd nekirine

ad

Li dijî derbe û OHAL'ê eniya demokrasiyê kom bû

ad

Dêsî nê, polîsan Baran kişt

ad

Ev jî çêbû: Bo qeleya xwe hat-trick kir

ad

Kanada de êrîşê mektebî kerd: En tay 10 tenî merdê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname