Diyarname
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) lîsteya welatên ku 'neyarên înternetê' ne weşand.
RSF'ê wekî neyarên înternetê navê welatên wekî Arabistana Siûdî, Myanmar, Çîn, Koreya Bakur, Kuba, Misir, Îran, Ozbekistan, Suriye, Tunus, Turkmenistan û Wîetnam girt nav lîsteya xwe û lîste pêşkêşî raya giştî ya dinyayê kir.
RSF'ê da zanîn ku li van welatan ji bo gel negihîje agahiyên 'nayên xwestin bêne zanîn' wan sansur dike. Her wiha RSF'ê da zanîn ku ji ber nivîsên ku di blogên înternetan de hatine nivîsîn li Çînê 49, li Wîetnamê 7 û li Îranê 4 bi giştî li dinyayê 69 kes hatine girtin. RSF dibêje ku ji van welatên 'neyanên înternetê' li 10 welatan rewşeke dijwar de ye.
Dîsa ji bilî van welatan, welatên ku her çavê RSF'ê li ser wan e jî ev in Avustralya, Bahreyn, Belarus, Koreya Başûr, Emîriya Yekîtiya Ereban, Eritre, Malezya, Sri Lanka, Tayland û Zimbabve.


