Nenas Hîçîstanî
‘Berê gotin hebû, gotin bi Xwedê re bû, Xwedê bixwe gotin bû (Încîl)
Ez û şev…
Du hevalên ji hev û din fêmkirî. Di tenêtiya vê şeva tarî de ez li pey peyvên neçar ve ketime. Ez jî êdî wekî mirovên bêçare ji xwe re cîhanan ava dikim, lê wekî her tiştî ew cîhan jî hildiweşin!.. Di nav hewleke beyhûde de me ez. Çi bikim çare nîn e. Ne dikarim ji xwe birevim ne jî dikarim bi xwe re bi awayekî aştiyane bijîm. Di nava behra nakokiyan de me, lê ne avjeniya min heye, ne jî xilasker hene. Fikr û raman pêl bi pêl bi ser min ve tên. Hiş û aqil ji min diçe. Ez dîsa çarê di cixareyê de digerim. Gumek cixare min bi ser xwe de tîne. Lê ew jî diqede…
Çima peyv?
Ma peyv ji kê re bûne çare heya niha? Ma ew jî wekî mirovan neçar nîn in. Ma mirovên ku dipeyivin, bi peyvan mirovahî bi pêş ve birine? Mirovekî wekî min çi hewcedarî bi peyvan dibîne? Ma cihê ku ez lê dijîm ne parçeyekî Rojhilata Navîn e? Erd û axeke kambax… Li vir peyv bi pere nakin. Gotin êdî kevn bûne. Gotin û peyivîn berê hebûn (Berê gotin hebû/Încîl) Rojhilata Navîn zimanê min di zikê diya min de difetisîne. Zimanê min ê zik-makî qedexe ye li vir. Dîroka bêbext li hember van tiştan êdî ji xwe şerm dike. Ew jî ditengije ji kirinên Rojhilata Navîn, ber bi fetisandinê ye wekî zimanê min. Peyv û gotin diçilmisin di devê min de. Dibêjin dev ji me berde. Tu kî yî, bi pey me ve ketiyî? Peyv ji te re ne hewce ye… Belam, peyv ji min xeyidîne çare nîn e. Kerba dilê min ji dil dernayê. Dibe pizot di dilê min de dest bi şewatê dike. Ma ez gilî û gazincên xwe ji kê re bikim. Bi bendika di navbeyna dil û zimanê min ve dîl têm girtin. Peyv dibin gule di dil û hinavên min de diçikin…
Hewarên min bi ezmanan ve dikevin. Xwedayê jorîn ku qet nayê erdê gelo bi zimanên qedexekirî dizane. Çima ew bi hewara min ve nayê. Ma ew jî hevalbendê qedexekaran e?. Ji jor dengek di hişê min de olan vedide: ‘Zimanê te zimanê HÎÇÎSTANê ye. Ew li wir tê peyîvîn’. Bi vê gotinê ez bêhneke kûr vedidim. Aş dibim. Her tişt zelal dibe. Peyv bi awayekî hêsan û rehet ji hîçîstana dilê min diherikin. Di hîçîstanê de hîç qedexe nîn in. Li wir her tişt bi dilê min e.
Cîhana ku, di şeva tarî de, ez bi peyvên neçar bi pey ve ketibûm, êdî eşkere ye. Ez û hîçîstan. Li wir dibim nîştecih. Ew min di paxila xwe ya germ de dihewîne…di paşilê de bi xew re diçim….
07.03.2009
ciyanakli@hotmail.com


