Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Bulent Ecevît gelo kurd bû? Jina wî Rahşan Ecevît dibersivîne.
Di rojnameya nû Haber Turk ku îro ji aliyê Koma Ciner ve hate derxistin de Balçiçek Pamir bi Rahşan Ecevît re hevpeyvîneke kiriye. Di hevpeyvînê de di beşa bi Ecevît re eleqedar de ev pirs û bersiv hatine pêşkêşkirin:
- Bulent Ecevit bi eslê xwe kurd bû?
Ew difikirî ku di malbata wî de kesên bi eslê xwe kurd hebûn. Li mal wêneyekî dîtibû: zilame bi rî, extiyar, li ser "Mistefa Şukru Efendî, Kurdzade". Xwest vê yekê bi bavê xwe re xeber bide. Dema ji bavê xwe pirsî "Ez kesek esil kurd im", bavê wî bersiv nedaye.
- Paşê li ser malbata xwe lêkolîn kir?
Na. Bavê wî nexwest. Ew difikirî ku ev dê bibe cudaxwazî.
- Nêrîna we ya li pirsgirêka kurd çawa bû?
Bulentî digot, "Ez nikarim dilê xwe wekî kurd, tirk parçe bikim." Di hilbijartinê de ne pirsgirêka kurd, ne ol dikir malzeme.