Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îro dest pê dike. Festîval dûre dê berê xwe bide Amedê.
19'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îro dest pê dike. Di festîvalê de bi ser 100 fîlmî de fîlm têne nîşandayîn.
Her wiha di beşên pêşbaziyan de bi dehan fîlm dê bi hev re bikevin qayişkêşanê.
Di beşa pêşbaziyê Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî de 10 fîlm hene: 'Made in Europe', 'Mavi Gozlu Dev', 'Mutluluk', 'Munferit', 'Riza', 'Taş Yastik', 'Yanlış Zaman Yolcuları', 'Yaşamın Kıyısında', 'Yumurta' û 'Zeynep'in Sekiz Gunu'
Di beşa
Festîval piştî Enqereyê di navbera 22-28'ê adarê de jî dê li Amedê derkeve pêşberî temaşevanan.
Li Amedê dê fîlm li DSM Sînema Ewropayê û Sînemaya Galeria ya Yenîşehîrê bêne nîşandayîn.


