Diyarname
Hiqûqnas Riza Turmen ku di DMME'yê de jî peywir girtibû ser milên xwe got ku "Qedexeya derketina kuçeyan a li BaÅŸûrê Rojhilatê Tirkiyeyê ne hiqûqî ye."
Turmen mu niha di malpera T24'ê de dinivîse di nivîsa xwe ya dawî (24.12.2015) de bi navê "Åžer û hiqûq" nivîsek nivîsî. Turmen wiha dibêje: "Tirkiye pevçûnek navxweyî dijî. Ev pevçûn veguherî astek ku li sivîl, leÅŸker, jin, zarokan nanêre û wan dikuje. Lê di rewÅŸên wisa de rêbaza hiqûqa ku divê bê pêkanîn heye. Dewlet û aliyên ku ÅŸer dikin divê li gor van rêgezan tevbigerin. Armanc ew e ÅŸer bi hin rêgezan ve bê girêdan, bi taybetî sivîl bêne parastin û tiÅŸtên ji ÅŸer bêne rizgarkirin bêne rizgarkirin. Ev rêgez ji aliyê hiqûqa mirovî yanê hiqûqa ÅŸer, hem jî ji aliyê hiqûqa mafên mirovan ve tên."
Rusya li Çeçenistanê hatibû ÅŸermezarkirin
Turmen dibêje dema Rusyayê li Çeçenistanê bi çekên giran êrîÅŸê herêma ku sivîl jî lêne kir, DMME'yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) ev yek wekî binpêkirina mafên mirovan nirxand û Turmen dûre tê ser pevçûnên li bajarên kurdan ku hêzên dewletê bi hemû hêza xwe berê xwe dane hin navçeyên kurdan. Turkmen wisa dibêje: "Li BaÅŸûrê Rojhilat tu fermiyeta qedexeya derketina kuçeyan nîn e. Biryara qedexeya derketina kuçeyan tenê di RewÅŸên Awarte de yan jî bi biryara rêveberiyên awarte tê dayîn. Ji bo vê yekê li gor Zagona Bingehîn divê biryara Lijneya Wezîran hebe. Bêyî ev biryar hebe bi fermana Waliyan qedexeya derketina kuçeyan hem dijî Xala 19'an a Zagona Bingehîn e, hem dijî Xala 5'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Dema mirov dewleta hiqûqê be di ÅŸer de jî mirov li gor hiqûqê tevdigere. Lê ji ber ku ji zû de desthilatdariya AKP'ê dest ji dewleta hiqûqê berdaye tu metirsiyek wê ya bi vî rengî nîn e."
Qedexe ne li gor Zagona Bingehîn e
Riza Turmen dibêje gere dest ji kuÅŸtina hev bê berdan, ÅŸer pêÅŸeroja me hemûyan xira dike, gotina 'xwezî desthilatdarî mase xira nekira dest ji hevdîtina berneda, xwezî yek alî xweserî nehata îlankirin, xendek nehatana kolan' bibîr dixe û dibêje: "Edî ji bo van gotinan dereng e. Niha em gere pêÅŸeroja xwe rizgar bikin. Her ku ÅŸer bilind dibe hestên kîn, nefretê li nav civakê zêde dibin. Li her du aliyan jî gotinên neteweperest dibin serdest. Her ku diçe bingeha bi hev re jiyînê ji holê radibe."
Turmen bal kiÅŸandine ser "Tîmên Esedullah" ên li herêmê kurdan dikujin, qala gotinên wan tîman ku li ser dîwaran "Ger tu tirk bî serbilind be, tu ne tirk bî serê xwe xwar bike (îtaet bike)" dike, diyar dike ku tang malên hemwelatiyan bombe dikin û dibêje: "Qedexeya derketina derve bêyî hiqûqê tê girtin, gel bê nan û av, bê derman, bê doktor tê hiÅŸtin, yên ku nikarin li hemberî vê zordariyê bisekinin koç dikin. Li BaÅŸûrê Rojhilat bajar têne valakirin. Ev hemû li ser navê pergala kamûyê têne kirin. Lê yê ku biryarê dide dê kîjan pergal be ev hikumet e; her kesê pergalek din dixwaze wan red dike, dîsa ev hikumet e ku dike her kes li gor pergala ku wê diyar kiriye têde bijî. Ev pergala ku vê hikumetê li Tirkiyeyê saz kiriye ne pergalek demokratîk e, hem gelê Tirkiyeyê hem hemû dinya vê dizane."
Ger sarincok vala be
Turmen gotina hikumetê ku dibêje "PêÅŸî emê piÅŸta terorê biÅŸkînin, dûre pêvajoya çareseriyê ji sarincokê derxin" ji du aliyan ve ÅŸaÅŸ e û van ÅŸaÅŸiyan wisa rêz dike: "Ya pêÅŸî, tenê bi ÅŸerawestinê dikare hêviya aÅŸtiyê derkeve holê. Ya diduyan, pêvajoya çareseriyê ne ew tiÅŸt e ku hikumet kengê bixwaze bixe sarincokê, kengê bixwaze jê derxe. Her ku ÅŸîdet bilind dibe bingeha çareseriyek ji holê radibe. Dema we deriyê sarincokê vekir dibe ku hûn tiÅŸtek li wir nebînin jî."
Tevgera aÅŸtiyê lazim e
Hiqûqnas Turmen diyar dike ku mirin bi qazî civaka tirk, bandorê li civaka kurd jî dike û dibêje, "Åžîna wan malbatan bi qasî ya malbatên ÅŸehîdan (nota werger: ji vir qesta ÅŸehîd leÅŸkerên tirk in) rasteqîn e. Ji bo em ji nav vê ÅŸîdetê derên bêyî dereng bibe divê tevgereke aÅŸtiyê ku hemû Tirkiyeyê bigire nava xwe lazim e û pêdivî bi partiyên siyasî heye ku piÅŸtgirî bidin vê tevgerê. Ev tevgera aÅŸtiyê divê di heman demê de projeya bi hev re jiyînê derxe holê. Ev proje divê bibin Meclisê, di çarçoveya Zagona Bingehîn a nû de li ser bê sekinîn. Ev yek jî bi kesên aÅŸtiyê dixwazin ji yên ÅŸer dixwazin zêdetir bin mimkûn e."
Ji bo tirkiya nivîsê bitikînin: SAVAÅž VE HUKUK