Yûsiv Biyanî
Îşev çend şev e ez nanivîsim? Ez digerim ku sedemekî ji xwe re bibînim ka ev demeke ez çima ew qas dûr im ji xwe? Ev demeke min çima jiyan ew qas teng kiriye li doraliya dilê xwe?
Berî her tiştî ez seh dikim ku ez ne tenê ji xwe dûr ketime, ez ji rastiyên dilê xwe jî dûr ketime. Min guh nedaye dengê dilê xwe. Sedema min di dilê min de bêkeser maye.
Rastiya dilê min ev e ku, hingî ku ez pêrgî wê hatime êşeke bêdawî ez girtime û dev ji min bernade. Pênûsa min serê xwe xwar kiriye û matmayî li erdê sar dinihêre.
Pirsgirek kûr e. Lê şev dirêj e û her çiqas pênûsa min heya niha xwe ker kiribe jî di pênûsa min de hibreke rengîn dem girtiye. Ez pênûsa li erdê digrim û xêlîke kesk, sor û gevez lê dikim. Belê delala dilê min! pênûsa min a kedkar jî amade ye.
Ez ê ji te re binivîsim îşev. Ez ê ji te re lorînên dilê xwe rêz kim. Ez ê te delalina dilê xwe re riya rêwitiya vî dilî vebêjim!
Erê delalyê! Gotinên min birîndar in. Divê berî her tiştî tu bizanibî ku min dil berdaye te! Divê tu bizanibî tenê ji bo min tu heyî û ez ber bi te têm rinda min!
Dilê min rêwî ye
di çirûskên çavên te de
meşa min bo piçek ronahî
ber bi min were
destên min bigre, roniya dila!
Belê, delalya dila, pênûsa min gotina ku ji dil hat ji te re got. Divê tu bizanibî ku jiyaneke bêyî te bê wate ye. Divê tu bizanibî ku ew pênûs ji bo te dilipite. Hebûna te sedema berdewamiya jiyana vî dilî ye.
Piştî van gotinên min biryara xwe tu bi xwe bigre. Dilê te çawa dixwaze wisa bike. Pênûsa min dike ku bilipite lê ev gotinên te tên bîra min:
erê xorto, te xweş rêwiyo!
Lê mixabin dil ditirse îro
belkî rêwitiya te derbas be
di dil de birîneke giran vebe
Pênûsa min li pey van gotinên te dîsa xwe dihejîne û têşeyeke nêzikî vegotina te digre:
erê dînê ji vê dilê reben netirse
tê de tîrên xwînê biçikîne
hêlûna xwe tê de bihêlîne
nereve, bi xêr were te delalyê!
Pênûsa min ku ev bi salan e rêhevaltî bi dilê mirovahiyê re kiriye. Gelek caran ji bo evîndaran lipitîye. Pênûsa min di nav tilîyê Feqiyê Teyran de ‘dîlber’ afirandiye. Çiqas helbest û nivîsên li ser evînê hebin, hemû bi wê hatine nivîsandin. Belê, pênûsa min xwedantecrube ye. Wê ev dert ditîye û nas dike. Ez hêst dikim ku ji nişke ve dilipite û her wekî dixwaze gotina dawiyê bibêje û bi awayekî nerm li ser rûpelê digere:
evîn gul e, ne bêdawî ye
dem kurt e û gul dihele
rev ne çare ye ji dil re
her ku diçe gul diçilmise
***
Nivêsên Yûsiv Biyanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'