Diyarname
Di hilbijartina herêmî ya 29'ê adarê de bi temamî dê 48 mîlyon û 6 hezar û 650 kes rêyên xwe bikar bînin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kesên ku dê rêyên xwe bikar bînin diyar kir û lîsteya dawî weşand. Li gor vê lîsteyê di hilbijartina 29'ê adara 2009'an de dê 48 mîlyon û 6 hezar û 650 kes rêyên xwe bikar bînin.
Bi giştî 177 hezar û 51 sindoq ji bo dengavêtinê dê bêne danîn.
Kesên di girtîgehan de ne û girtî ne jî dê piştî 24'ê vê mehê navên wan li lîsteyê bê zêdekirin.
Îsal bi giştî 21 partiyan mafê ketina hilbijartinê bi dest xistibû lê jê du partî nakevin hilbijartinê û li gor vê yekê hilbijartin dê bi pisûlaya ji 19 partiya pêk hatî li dar bikeve.