Diyarname
Li Meksicoyê 39 hezar û 897 kesî carekê de 10 saniyeyan hev maç kir û ketin pirtûka Guinnessê.
14'ê vê mehê Roja Evîndaran bû. Ji bo rekora Roja Evîndaran bişikînin li paytexta Meksîkayê li Meksikoyê 39 hezar û 897 kes carekê de heta 10 saniyeyan hev maç kirin û bi vê yekê rekor şikandin.
Ji bo pîrozkirina Roja Evîndaran û şikandina rekorê hezkiriyên hev li qada Zocala ya Meksikoyê hatin cem hev û bi strana "Besame Mucho" (Min pir maçî bike) dest bi maçkirina hev kirin. Sazkarê strana "Besame Mucho" Consuelo Velasquez çar sal berê di 84 saliya xwe de miribû. Ev stran li Meksikayê navdar e.
Şahiya maçkirinê ku ji aliyê daîreya tûrîzmê ya Meksîkayê ve hate li dar xistin navê "coşa aştiyê" lê kirin. Di van van de lîstikvanên sînemayê û hunermend jî hebûn.
Rekora berî vê li Îngilistanê çêbûbû. Li başûrêrojhilatê Îngilistanê di sala 2007'an de li Weston-super-mare ya Îngilistanê hatibû şikandin.