Diyarname
Roja Çîrokê ya Cîhanê ev 7 sal in li Amedê li dar dikeve û îsal dê careke din li dar bikeve.
Îsal Roja Çîrokê ya Cîhanê 14’ê mehê li Amedê li dar dikeve. Heta niha gelek xebat ji bo vê yekê hate kirin yek ji wan kesan ku keda wî ketiye nav vê xebatê Muharem Erbey. Îsal jî bi organîzeya helbestvan Arjen Arî bername hate li dar xistin û dê ev roj bê pîrozkirin, çîroknûs bêne cem hev.
Çalakî par di bin sernavê Abdullah Duran de hate lidar xistin û îsal sernavê “Çîrok hinekî dîrok e li vê Erdnigariyê” hatiye hilbijartin.
Çalakî dê 14’ê vê mehê saet 14’an de li Hola Egîtîm-Sena Amedê lidar bikeve. Axaftina destpêkê dê Serokê Sendikaya Kedkarên Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Abdullah Kahraman û rêveberê bernemayê Arjen Arî bikin.
Çalakiya bi hevkariya Egîtîm-Sen, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara W, Weşanxaneya Lîs, Nûnerê Komeleya Wêjevanan Muharrem Erbey, Nûnerê Pena Tirkiyeyê yê Herêmê Şeyhmûs Dîken tê li dar xistin. Her wiha Jaro DUHOKÎ (Kurdî/Duhok), Sabih M. HESEN (Kurdî/Duhok), Çiya MAZÎ (Kurdî/Mêrdîn), Memet YİLMAZ (Tirkî/Amed), Murat Ozyaşar (Tirkî/Êlih), Îbrahîm Ronîzer (Kurdî/Êlih) dê wekî mêvan beşdarî Roja Çîrokê bibin.
Di daxuyaniya ku amadekarê bernameyê pêşkêş kiriye de jî ev yek hatiye gotin:
“Ji ber ku:
1. Bi cıvata kurd û tirk re çîroka tirkî jî di kîşwerê gulvedanê de rastî singo û postalên leşkeran hat.
2. Di sala 80yî de desthelata leşkeran , weke gelek kom û komeleyan xilq li dergehê Qilûba Wêjeyê ya Zanîngeha ODTU’yê jî da!
3. Raboriya pîrozkirina vê rojê xwe dispêre wan çîrokên ku dîwarê Zanîngeha ODTU’yê dixemilaand.
4. Rabiroya çîroka me ya devkî xwe li berî zayînê bide jî, bavê û kalê çîroka kurdî ya gelerî-nivîskî Çîroka Mem u Zîn a ku Mele Mahmûdê Beyazidî di sala 1860î de tomar kiriye ye.
5. Li gorî çavkaniyên berdest, di sala 1912ê de di Rojî Kurd de ji çîrokekê beşek heye.
6. Bi temamî tekûz, çîroka yekemîn di sala 1925 de çîroka Cemîl Saîb ya bi navê ‘Le Xewma’ di kovara Jiyanewa, û ya Jîn de diweşe ye.
7. Li tevî Cegerxwîn, kelemdarên mîna Qedrî Can, Nûreddîn Zaza bûne pira di navbera Mele Mahmûdê Bazîdî û nivşê niha: Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Şêrzad Hesen, Ferhad Pîrbal, Cîhan Roj, Enwer Karahan, Enwer Mihemed Tahir, İsmet Bedel, Şevger Çiya, Lorîn S. Dogan, û gelek çîrokkarên qelem hêja…
8. Îro, cihê pesnê ye ku bi sedan çîroknûsên kurd hene, û çîrok û kurd û kurdî bi wan ser bilind e, payedar e.
9. Helbet, têkiliya çîrokê bi dîrokê ve heye, û ev pêwendî heta ku yek mirov bindest be li ser vê erdnîgariyê dê hebe, dê berdewam be.
10. Ez bixartina we mêvanên xoşewîst dikim,û di hizûra we de destxweşiyê didim çîrokkarên ji Başûr hatî hêja Sabih M. Hesen, Jaro Duhokî, û her weha Çiya Mazî, Mehmet Yilmaz, Murat Ozyaşar, İbrahîm Ronîzer ku bi beşdarbûna xwe dê rengîniyekê bi ser rengîniya bernameyê ve vekin.
11. Hûn bi xêr hatin, ser çavan hatin…”
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.