Qadir Egîd
"Ji xwe re hinek ava bacana di ser nanê xwe bid û xwe amade bik ji bo çûna dibistanê law..!" Diya min bang dikir.
Guhên min ji vê bangê hez nedikir û nedixwest ku dema wê bê. Çimkî bi bihîstina wê gelek tişt di hundirê min de dilebitîn. Ew ava bacana ku min bi rengekî rojana - ji ber ku hinder bi qurbana ji derve be - ji xwe re kiribû firavîna berî dibistanê, min çiqas jê hez dikir, min ew qasî tam jê nedidît. Min dixwar lê tiştekî mezintir bala min dikişand.
Min ser çavê xwe dişûşt, temberiya xwe şayik dikir, pêlava lastîkî paqij dikir, çentê pirtûkan hildigirt pişta nazik, bê berdilk û bi dilekî ku berê xwe dida dibistanê.
Ji malê heta dibistanê min xwe paye dikir ku ez bê berdilka dibistanê ya fermî me, vajî hemû hevalên ku di dilê xwe de dixwestin wekî min bin.
Min pola diduyan dixwend û birayê min li ya pêncan bû. Hefteyekê ew sibehan diçû dibistanê û ez nîvro; hefteyekê ez sibehan diçûm û ew nîvroyan.
Ku dengê zengilê dibistanê dihat, zengilê şermê di dilê min de lêdixist. Ew payebûna berî kêlîkekê dibû giriyekî bêdeng û li ser rûyê min dilîst. Çavên zarokan min dixwar, dengê tenaziyên wan di perda guhên min de mîx bûn:
"Xwediyê nîv berdilkê". Xwediyê nîvê dî birayê min bû...! Li devê deriyê dibistanê, li ber çavên hemû şagirtan berdilka xwe ji xwe dikir û li min dikir. Tev ku ne mezin bû jî, lê dîsa destê xwe wekî mezinan di ser porê min re dibir û ji min re digot:
- "Guhê xwe bid xwendina xwe".
***
Şevên zivistanê dirêj in, nexasim berî bîst û pênc - şeş salan ku alavên ragihandinê kêm bûn. Kolanên Amûdê ne riqifkirî bûn; hewq û çamûr bûn, eger libek baran ji ezmanê Xwedê bibariya kolanên bajêr dibûn gol. Di wê demê de xelkê zû xew dikir.
Dê û bavê min jî yek ji van kesên ku eger şevbuhêrkvan tunabana, serê xwe ji ser sicadê radikirin û li ser palgehê li ber şûrê xewê radixistn.
Bi vemirandina çirayê nedibû tu kes ji kuflet destê xwe li ber siltanê xewê Hilda; ta ku xewa me neyê jî...! Bavê min her dem; bi helkeftin û bê helkeftin digot:
- "Wek mîhan bin, ne wek kûçikan bin. Kûçik ta destê sibeha li kuç û zikakan li ser serguwan digerin, û di dema xêr û ibadetê û bereketê de; dema limêja sibehê serê xwe datîne ser teriya xwe û xew dikin. Lê mîh piştî limêja eşa radikevin û dema xêrê serê xwe hildidin û radibin. Bera hûn jî mîh bin ne kûçik bin."
Min mebesta bavê xwe fam nedikir,lê tevî wisa jî min dixwest ez mîh bim û ne kûçik bim.
Tê bîra min bedlê min ê livîna li qurzîka hêwanê bû. Kuflet tev de li hêwanê xew dikir, her du xwehên ku ez ji wan mezintir û birayê ku ji min mezintir.
Bi vemirandina çirayê, êşên min pê diketin. Êşa tirsa ji tarîtiyê û tirsa ji qaçaxçiyên ku riya wan di pişt mala me re bû, di heman qorzîka hêwanê ya ez tê de wekî kulorekê heta sibehê -ji tirsa re- ji hev venedibûm. Ji Qerpeqerpa lingên hespên wan min digot belkî di hêwanê de, di ber serê min re derbas dibin.
Tirsa din, ji kuleka derî ya camşkestî bû, nemaze di rojên ba û baranê de. Gelek caran ew palgeha ku diya min bi şev dixist wê kuleka camşkestî de diket, bi terpîniya wê ez li qûn rûdiniştim, min bang li diya xwe dekir û min av jê dixwest. Û wilo diya min hay dibû û radibû dîsan ew palgeh dixist cih de û di ber xwe de digot:
- "Van bêxwediyên pisîkan girê xwe ji vê palgehê girtiye."
Wê çaxê min jî xwe bi hêdî dişemitand hembêza wê û min destê wê li xwe digerand. Şevên wilo min tirsa xwe binax dikir, lê dilê min bi her du xwehên min dişewitî; ew şev jî kêm bûn....!
Ramanan min dibir û dianî. Gelo qaçaxçî digihên heta kîjan sînorî? Gelo hespên wan dikare di şevekê de bigihe Şamê -cihê ku birayê min lê leşkeriyê dike- û vegere? Nizanim pencereya wî jî wekî ya me şkestî ye, wî ne sar e? Striyên enîşk û çongên wî rehet bûne?
Pîrekên tarê herdem digotin:
- "Zibatên wan gawir in, rehm di dilên wan de tune ye"
Ji ber vê yekê min jî her şev jê re dua dikirin, ez jî ditirsiyam ku rojekê ilmê wî ji me re bê; ew gawir wî bikujin, ji ber em misilman in...!
Şev li min dibû heft şev.....!
***
Min -şagirtê hişmend- çavên hingivî diguvaşt, ji piçkên tirsa di qorzîkan de daleqandî maye paqij dikir...
Du tiştan ez pûç kiribûm; serma navê û şerma bêrîkê. Her du jî yekserm in û yekşerm in....!
Sermê di wê tarîtiyê de tîrên xwe berdidan laşê min, wî jî bêçar qulikên çermê xwe ji wan re vedikir û bê berxwedan pêşwaziya leşkerên wê dikir û keleha xwe di dest wan de berdida. Bi destê sibeha re xwe ji wî dagîrî azad dikir.
Lê şerma bêrîkê, derman jê re tune bû. Sedemên wê jî yek tenê bû; tunebûn.
Ez li deverekê tenê bi vê êşê dihesiyam; dema ez sibehan diçûm dûv hevalê xwe yê dibistanê. Rewşa wan a aborî pir xweş bû. Hedan li agirê sopa wan tune bû, ne bi şev û ne bi roj. Bi derbasbûna oda wan xwîn ji nû ve di hemû endamên laşê min de -Piştî tînê dida wan- xweş digeriya. Bavê wî ji min dixwest ez nêzîkî sopê bibim, min nedixwest, ez bi wê tîna ji dûr ve li rûyê min dixist kêfxweş dibûm, ew besî serê min bû.
Hevalê min taştêya xwe bi payebûn berdewam dikir, her diranekî wî rengek xwarin dixwar. Qeymax, penêr, hêkê qelandî, zeytûn, hêkê kelandî û şîr. Hilma van cureyan xwe berdida kûrahiya nava min ya sar. Nava ku ji bilî îsotê kesidandî û zatera bê zeyt xwarina wisa tu car di hundirê xwe de nedîtiye.
Dema hevalên min taştiya xwe diqedand, diya wî çenteyê wî jê re tev dadigirt, mozek dixist kêleka pirtûkan de. Ew bi dengekî nizm şîret dikir:
- "Dûv re hindekî bide hevalê xwe ha; guneh e..!"
Hevalê min serê xwe ji diya xwe re dihejand, lê şîreta wê bi cih nedianî.
Her roj ev şîret bû, her roj hevalê min pêk nedianî û her roj min fehêt dikir ku ez ji diya wî re bêjim.
Berî ku ji mal derkeve destê xwe diavêt bêrîka çakêtê bavê xwe yê daliqandî. Dengê ku ji wan perê hesinî dihat, rehek ji orta dilê min diqetand, zingîniya wan heta roja dî li ber guhê min dima. Min çiqas dixwest rojekê destê xwe bixim bêrîka wê çakêtê daliqandî û kêlîkekê tiliyên xwe di nav wan pera re bibim û bînim, bê ku ez ji wan bibim.
Destxistina nav wan ji min re xewn bû..!
***
Taxek li Amûdê hebû jê re digotin taxa Filehan; ji ber ku xelkên wê tev de fileh bûn. Gelek çîrok di mejiyên me de li ser vê taxê hatibûn avakirin. Me ew jî ji devê meznan girtibûn:
"Nerin wê taxê, wê Fileh we bidizin, zarokên wan şeytan in, ha ji xwe hebin wê we serjê bikin.....!"
Di pirtûkên me yên dibistanê de, carinan di qorzîka rûpela pirtûkê de û ji neqencbûna cape, mîna wêneyê xaç dihat çapkirin. Çi rûpela ku ev wêne tê de derbas dibû, hevalên min qorzîka wê diqetandin, lê ez bi vê yekê razî nedibûm û kela dilê min li filehên gawir -li gor bavê min dibêje- hênik nedibû; min rûpel ji kokê de diqetand, û agir pê dixist.
Di jiyana xwe de ez rastî mirovê Fileh nehatibûm, û min ew nedîtibû. Dîmen in kirêt ji wan re di mejiyê xwe de çê dikir; porê wan heta rûyê wan nixumandiye, neynûkên wan ê dirêj li hev hatine badan, çavên wan di tariyê de diçirisînin, devên wan piçûk in lê dema dixwazin yekî bixwin mîna ê mar vedizile û wê çaxê serê mirov dirêyê.
Ev bingeha şaş dîsan bavên me li ser gawiran di serê me de çandibû; û ew jî gawir in. Ew bêhna bihuştê ji dûrbûna heftê salî jî nakin, cihê wan qata nizimtirîn ji agirê dojehê ye, bi Nemrûd û Firewn re ne.. Her dem bavê min wisa digot.
Rojekê ji rojan hevalê min yê halxweş di serê min de xwend:
"Ez nema têm dibistanê, rêveberê dibistanê (mudîr) hatiye guhertin û yekî Fileh hatiye dewsa wî"
Xwedê ji min re xirab kir, îca ez ê çawa bikim çilo bikim..!?
Wê şevê xew bi çavên miriya bûn bi ê min nebû, tarîtî û qaçaxçî ne bes bûn, îca kula ev ê Fileh jî xwe da ser wan. Sibehê min li deriyê hevalê xwe xist, diya wî ji min re derî vekir, hevalê min hîn di hal û derdê xwe de ye, tenê çavekî xwe vekir, dema dît ku ez im bû ax û ofa wî û di bin lêvê re keniya. Diya wî ji min re got:
- "Serê wî diêşe û îro nayê dibistanê".
Xwe bi derewa xwe xelas kir û ez di pirkê de hiştim.
Ma ez ji ku ceger dikim derewek wisa bikim, bi Xwedê wê bavê min min daleqîne û ji zarokê taxê re bike ibret. Min paş histê xwe xurand û wê sibeha zû ketim kezeba rê de. Ramanek min dibe û yek min tîne, heta ez li devê deriyê dibistanê rawestiyam.
Min serê xwe dirêj kir hundirê hewşê, şagirt tev mîna bizmarê ku tu wan di erdê de bikutî, di silava alê de ne, deng ji wan dernakeve. Tenê dengekî biyan li guhê min ket, min jî ew xweş naskir; dengê rêveberê nû, yê Fileh e.
Derkirina serê min di derî re bala hemû şagirtan û hindek mamosteyan jî kişand, yekî ji wan mamosteyan bi ser û çavê xwe bê ku biaxive ji min re got derbas be.
Ev çi ye bavo ma mamoste jî ditirsin ..!
Wekî dizan, li ser serê tiliyên xwe ên piçûk min bazda û xwe li dawiya şagirtan girt. Yê ez li paş wî sekinîm dirêjtirîn şagirt di nav wan de bû, wekî dîwarekî bû, ez jî bê deng rawestiyam. Dengê biyan qut bû, dengê pêlavekê ket dewsê. Bi nêzîkbûna dengê pêlavê, gurme gurma dilê min bilintir dibe, û laşê min di paş wî şagirtê dîwarî de tê hev. Pêlavek reş, nûboyaxkirî, şerwalekî reş bi ser de berdayî li ber min rawestiya. Dilê min ji cihê xwe derket, bi Xwedê îca serjêkirina min e.
- Çima tu dereng mayî? Bi dengekî nerm got.
Ez xweş -tev ku nizanim Erebî- li ber pirsa wî ketim. Min serê xwe ranekir û min bersiv jî neda, tenê min piyên xwe hejan û serê xwe xist ber xwe de. Destê xwe yê hilmxweş di nav porê min re bir, dû re li pişta min xist û vegeriya pêşiya şagirtan.
Porê wî ne dirêj bû, neynûkên wî li hev nebadayî bûn, ez nedizîm, ne jî serjê kirim...!
Min nema bawer dikir ku bibe nîvro, ez bighêm malê û çîroka lehengiya xwe ji hevalê xwe yê nexweş re bêjim.
Piştî pazdeh salan, di leşkeriya xwe de, ez pêrgî yekî ji bajarê Swêda bûm. Dema min jê re got ku ez kurd im veciniqî û mat ma. Min jê pirsî:
- Çi bi te hat?
Keniya û got:
- Min guman dikir ku kurd por û neynûk dirêj in, çavên wan di tariyê de diçirisînin.... Mirovan serjê dikin...!


