Cemil Oguz
Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan îsal 7’emîn car deriyên xwe vedike. Festîval îsal di navbera 5-9’ê meha berfanbarê de li Stenbolê li dar dikeve û di vê çarçoveyê de bi dehan belgefîlmên li ser mafên mirovan dê bêne nîşandayîn. Festîvala ku ji aliyê koma Documentaristê ve tê sazkirin piştî Stenbolê dê berê xwe bide Amed, Enqere û Çanakkaleyê.
Festîval ku her sal mijarek dike mijara sekere ya festîvalê îsal mijara penaberî ku li dinyayê xwe nîşandaye û di rojevê de ye kiriye mijara xwe ya sereke. Di vê çarçoveyê de dê hin belgefîlm bêne nîşandayîn. Ligel vê sernavên Çîrokên Berxwedanê, Mafên Jinan, Jii bo Kişwerê, Rûbirûbûn, Mafên Jinan jî sernavên din in ku di bin wan de bi sed 40’î de dê belgefîlm bêne nîşandayîn. Li ser Kobanî, Şengal, Misir, Sûriyê belgefîlm têne nîşandayîn. “Pêl” (Waves) ji bajarê Suveyşê li meseleyên li Misrê dinêre; belgefîlmê “Yên dibêjin na” (Those Who Said No) ji bo sûcên li dijî mirovahiyê yên li Îranê têne kirine raxe ber çavan têdikoşe.
Ji Sûriyeyê du belgefîlmên xelatgirt “Mal” (Home) û “Jinên ji Sûriyê” (Queens of Syria) Amman’da yaşayan bir grup sığınmacı Suriyeli kadın, Euripides’in “Troyalı Kadınlar” oyununu sahnelemeye çalışıyor.
Belgefîlmên li ser kişwerê
Di vê dema ku li Parîsê “Konferansa Kişwerê” li dar e de li ser kişwerê jî belgefîlm ketine nava bernameyê. “Rêwîtiya Ber bi Dawiya Dinyayê ve” ” (Expedition to the End of the World) balê dikişîne ser helîna çiyayê cemedê yên li Grolandê tê nîşandayîn. Dîsa “Zemanek Giravek Hebû” (There Once Was An Island: Te Henua e Nnoho) li Papua Gîneya Nû bi bilindbûna ava okyanûsê re têkoşîna gelê ku girava wan dê di bin avê de bimîne nîşan dide.
Di beşa “Rûbirûbûnê” de belgefîlmê li ser komkujiya Ruandayê “Xwedê Rojên Yekşeman Naxebitin” (God is Not Working on Sunday) û “Kolonî” li ser windayiyên li Qibrisê disekine.
Haci Bîrlîk tê bibîranîn
Haci Birlik ku kurtedemek berê li Cizîrê ji aliyê hêzen dewleta Tirkiyê ve hat kuştin û dûre ew bi dû panzerê ve bi erdê de kişandin di festivalê de tê bibîranîn. Birlik di sala 2011’an de di kurtefîlmê Omer Çakan ê bi navê “Bark” de lîstibû, niha ji bîranîna Bîrlîk ev belgefîlm di festival de tê nîşandayîn. Fîlm qala salên 90’î û pevçûnên wê demê dike.
Belgefîlmên li ser kurdan
Di festîvalê de gelek belgefîlmên li ser kurdan hene. Ji “Nûjîn” (44 deqe) ê derhêner Veysî Altay ku li ser YPJ’yiyên li Rojava, heta belgefîlmê Îbrahîm Yildirim “Welatê Me Kurdistan e” (47 deqe) ku li ser jiyana mîrê bilûrê Egîdê Cimo ye, heta belgefîlmê Garip Çelik “Amara Pirsûs” ku li ser qetilkirina 33 ciwanên li Pirsûyê ye.
Ji belgefîman du heb jî li ser Êzdîyan in. Ji wan derhênerekî ji başûr bi sernavê “73” (2015, 24 deqe), derhênerekî ji bakur Selamo Arî jî bi sernavê “74 Çiyayê Bê Av Şengal” (2015, 53 deqe) li ser êzîdiyan kişandiye. Her wiha van belgefîlman jî li ser kurdan di festîvalê de cih girtine:
- Kadinlar Cizre ve Silopi'yi Anlatiyor (Jin qala Cizîr û Silopî dikin), derhêner Gulîz Saglam, 2015, 34 deqe
Ji ser banga Însiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê li dor 150 jin di navbera 19-22’yê meha rezbera 2015’an de diçin Cizîr û Silopiya ku di bin dorpêç, qedexeya derketina derve de ye û hevdîtinan dikin. Belgefîlm çavdêriya wê demê, rewşa wir radixe ber çavan.
- Avahiya Morî, Derhêner Tofîq Amanî, 2014, 11 deqe
Belgefîlm qala çîroka sê malbat li heman avahiyê ne dike ku yek ji wan piştî şerê li Iraqê koç kiriye. Rojekê bêyî li bendê bin bûyerek diqewime û jiyana wan diguhere.
- Dengbej, derhêner Mehmet Hadi Sumer, 2015, 49 deqe
Belgefîlm çîroka kasetên kurdî ku ji derbeya sala 1980’ê heta şerên di salên 1990’an kesek wan vedişêre, û çîroka dengbêjiyê ya sedan salan pêşkêş dike.
- Derman, derhêner Sîdar înan Erçelîk, 2014, 22 deqe
Zarok bi berhevkirina dermanê ku li nav erdê bi mayîn tê debara xwe dikin. Belgefîlm çîroka van zarokan û zarokê bi mayînê birîndar bûye nîşan dide.
- Terorun Cizresi (Cîzreya Terorê), derhêner Burkay Dogan, 2015, 30 deqe
Di salên 1993-1994’an de Cizîrê serleşkerê herî bi paye Cemal
Temizoz e. Û wan salan gelek windayiyên kiryar nediyar çêbûn. Malbat qala wê serdemê, doza ku paşê der barê Temîzoz û cerdevanan de hatibû vekirin û hêviya wan a ji edaletê nîşan dide.
29, derhêner Selim Yıldız, 2013, 33 deqe
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013’ayn a Amedê de bang li rêxistinê dike ku gerîlayan vekişîne derveyî sînorê Tirkiyeyê. Belgefîlm çîroka rêwîtiya 29 rojan a vekişîna gerîlayên PKK’ê nîşan dide.
Motel Hasankeyf, derhêner Valeria Mazzucchi, 2015, 27 deqe
Heskîfa ku di bin tehdîda ku dê di bin Bendava Ilisû de noqav bibe de ye. Motel Hesenkêf li Heskîfê dibe dengê çar jinên li vê navçeyê dijîn, fikir û tirsên her çaran ku heta niha ji bo kesî venekerine ji nav çar dîwaran tîne pêş ekranan..
Mirî an jî Sax, derhêner Bilge Demirtaş, Alper Elitok, Can Gündüz, Murat Kocaman, Osman Şişman, 2015, 42 deqe
Çar malbat, karkerekî şaredariyê, rojnamegerek, hunermend û meleyek qala tiştên ku dewleta Tirkiyeyê li Newala Qesaba ya Sêrtê kirine dikin.
Festîval diçe Amed û bajarên din jî
Festîval piştî mehê berfanbarê bi dawî bibe dê here Amed (11-13’yê berfanbarê), Enqere “22-24’ê berfanbarê) û Çanakkaleyê (15-17’ê rêbendana 2016’an).
Fîlmên Festîvala Kîjan Mafên Mirovan? li Stenbolê li SALT Beyoglu, SALT Galata û Aynaligeçit Etkinlik Mekani bê pere têne nîşandayîn.
Ji bo agahiyên zêdetir: www.hihff.org