Mamoste Xemrevîn
Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de encamên serkeftî yên ku ji aliyê HDP’ê ve hatibûn bidestxistin di civakê de ji bo pêşerojê hêviyeke mezin derxistibû holê. Gelek sedemên vê yekê hebûn. Sedema sereke serkeftina Kobanê bû û gelê kurd bi hêstên xwe yên neteweyî nêzîkatiyek da der û helwesta xwe nîşan da. Ev pêvajo pêvajoyeke şoreşgerî bû û desthilatdar ji vê serkeftinê tirsiyan. Vê tirsê jî bi xwe re careke din terora dewletê afirand.
Dewlet û AKP’ê hemû gotinên derheqê demokratîkbûnê de deralî kirin û şerekî bê pîvan dan destpêkirin. Di bin siya şer û zilmê de HDP ket pêvajoya hilbijartinên 1’ê mijdarê. Hemû planên zilmê li qesra serokomar Erdogan hatin sazkirin û Kurdistan bû qada şer û gola xwînê. Li hemberî wê jî berxwedana gel gihîşt asta herî bilind û bi rêveberiyên xweser kurdistaniyan bersiva xwe ya dîrokî di sindoqên hilbijartinê de nîşanî desthilatdaran dan. Dİ 1’ê mijdarê de her çiqas dengên HDP’ê kêm bin jî bi xwe re serkeftina berxwedanê jî derxist holê û bû hêviya gel û baweriyan.
Di vê hilbijartinê de divê HDP jî kêmasiyên xwe bibîne û li gor wê tevbigere. Dibe ku desthilatdar û rayedarên wê polîtîkayên zilmê pêk bînin lê ya ku siyaseta Kurd û HDP bike jî divê wan polîtîkayan baş bibînin û şîrove bikin. Kêmasî çi bûn û çi ne divê bi zelalî bên nîqşkirin.
Dê bi civînên gel, konferansên herêman û nêrînên sazî û dezgehên sivîl rê û rêbazên têkoşîna li hember xeta zilmê perspektifên xurt bidin HDP’ê.
Bi taybetî li Rojavayê Tirkiyeyê hevkarên HDP’ê yên ku di nav rêxistinan de cih digirin, divê xwe û siyasetên xwe li ber çavan re derbas bikin û li gor bernameya HDP’ê siyaseteke hevpar bidomînin. Ev nayê wateya ku dev ji nêrîn û siyasetên xwe berdin û bibin HDP.
HDP jî di nav civakê de li ku derê cih digire û dixwaze çi bike? Dikare hêviyên gel ên civak û pêşerojeke demokratîk û azad çawa zindî bigire? Bersivên van pirsan û pêşengiya siyaseta rast a li Tirkiyeyê ancax bi fêmkirin û danasîna projeya HDP’ê dikare pêk were.
Ev hemû tenê bi tevlêbûna gel mimkun in. Nirxandin û nîqaşên bi gel re dê xeta têkoşînê bê diyarkirin. Heke wisa nebe, dê siyaset ji gel dûr bikeve û bibe mijara gotûbêjên reşkirina paradigmaya azadiya gelan. Tevger û siyaseta ku bi piştgiriya gel xwe bigihînin hemû qadên civakê dibe ku carinan bikevin nav kêmasiyan. Lê gelek caran heke wan kêmasiyan baş binirxînin, dikarin ji kêmasiyên xwe serkeftinên mezin jî bi dest bixin.
1’ê mijdarê ev fersend daye siyaseta HDP’ê ku bikaribe li hember desthilatdariya AKP’ê muxalefeteke xurt pêk bîne. Ev pêvajo dê di heman demê de bibe pêvojoyeke perwerdehiya navxweyî û ya civakê jî…
10.11.2015 / Azadiya Welat