Diyarname
Li paytexta Avusturya Viyanayê li ser Sûriyeyê civîn hatibû li dar xistin. Di civînê de li ser pêşeroja Beşar Esad nirxandin hatin kirin lê tu encam nehat bidest xistin.
Civîn "ji bo şerê navxweyî yê li Sûriyê bi dawî bibe" hatibû li dar xistin û bê encam bi dawî bû.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rusya, Îran, Tirkiye jî di nav de 17 welat beşdarî civÎnê bûn û pêşeroja Sûriyeyê û Serokdewletê wê Beşar Esad nîqaş kirin. Piştî daxuyanî hate dayîn û têde hat xwestin ku li Sûriyê şerawestin çêbe, hevdîtinên di navbera hikumet û muxalefetê de dîsa bi navbeynkariya NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) dest pê bikin û hilbijartinek nû lidar bikeve.
Li ser pêşeroja Esad jî di navbera welatên wekî DYA, Rusya û Îranê de fikrên cuda hebûn. Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Lavrov li ser pêşeroja Esad wisa got: "Li ser pêşeroja Esad me li hev nekir. Divê sûriyeyî li ser vê yekê biryara xwe bidin."